Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin

img
AMED - Di roja ewil a Lijneya Giştî ya Asayî ya Odeya Bijîjkan a Amedê de bal hat kişandin ser têkoşîna kolektîf a ji bo mafê tenduristiyê. Rêveberiya nû dê bi hilbijartina sibê were kirin diyar bibe. 
 
Odeya Bijîjkan a Amedê Lijneya Xwe ya Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî pêk anî. Li eywana ku konferans lê ye pankarta “Bê ziman tenduristî nabe” hate daliqandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, gelek nûnerên saziyan û kedkarên çapemeniyê tev li Lijneya Giştî bûn. Lijneya Giştî bi rêzgirtina ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. 
 
Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran a ewilî axivî, ewilî siyasetmedarên girtî Selçûk Mizrakli û Semra Guzel ên di heman demê de bijîjk in silav kirin. Tûran a bijîjk Îlhan Dîken jî bi bîr anîn, anî ziman ku Odeya Bijîjkan a Amedê dibistaneke. Tûran a da zanîn ku Odeya Bijîjkan qada têkoşînê ye, bi lêv kir ku pêvajoya 4 salan bi têkoşînê derbas bû û got: “Em neçar in di her mijara ku nexweşên me eleqedar dike gotina xwe bibêjin. Ev her mijar qada me ya têkoşînê ye. Em ê ji niha şunde jî bijîjktiya baş bidomînin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya pişt re axivî jî bal kişand ku têkildarî mobîng û meseleya tundiya di tenduristiyê de bijîjk koç dikin. Kaya, bal kişand ku beşa mezin a vê penaberiyê ya bijîjkan ji Kurdistanê çêbûye û ji bo têkoşîna ji bo aştiyê dide spasiyên xwe pêşkeşî Odeya Bijîjkan a Amedê kir. 
 
Di axaftinên pişt re hatin kirin de axiviran bal kişandin ser têkoşîna kolektîf a ji bo mafê tenduristiyê û îşaret bi girîngiya meşandina têkoşînê kirin. 
 
Piştî axaftinan Lijneya Giştî bi xwendina raporên Lijneyên Rêveberiyê û Kontrolkirinê bi dawî bû.  Ji bo hilbijartina Lijneya Rêveberiya Odeyê, Lijneya Dîsiplînê, Lijneya Kontrolkirinê û Delegeyên Kongreya Mezin pêşniyarên namzetan hatin wergirtin. Sibê jî dê li Odeya Bijîjkan rêveberiya nû bê diyarkirin.