Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê

img
MÊRDÎN - Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê di çarçoveya 1’ê Gulanê de li navçeya Qoserê daxuyanî da û bangawaziya tevlibûna mitînga herêmê ya Êlihê kir. 
 
Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Mêrdînê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li navçeya Qoserê daxuyanî da û dengê erbaneyan, belavok belav kir. Tevî endamên partiyên siyasî yên li bajar gelek kedkarên cemaweriyê û karker tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran diruşmên “Bijî 1 Gulan”, “Dê tundî nikarin me biçewisînin”, “Bijî berxwedana kedkaran” hatin berzkirin. Daxuyaniyê Nûnerê Qoserê yê Egîtîm Senê Zekî Tekîn xwend.
 
Tekîn bal kişand ser krîza aborî, bêkarî û zeman û diyar kir ku li welat jiyan bi xwe bûye têkoşînekî zehmet. Tekîn diyar kir ku pergala heyî xwediyê sermayeyê, bankayan û dewlemendan diparêze û wiha got: “Desthilata AKP’ê çavkaniyên welat ji alîgirên xwe, komekî karsaz û kesên bijarte re dişîne. Gel bêkar e, birçî ye, bi qeran ve mijûl e. Herwiha gel birçiyê kar, nan, demokrasî û jiyanekî hêjayî mirovane ye. Heq qihûqa welatiyan tê binpêkirin, bêedaletî mezin dibe.” 
 
VEXWENDINA MITÎNGA ÊLIHÊ
 
Tekîn da zanîn ku her kesê ku mafê xwe digere rastî bêhiqûqî û zordariya vê pergala derveyî hiqûqê tê û ev tişt gotin: “Ev pargal misqalên demokrasiya maye ji holê radike, dest dirêjî mafê me yê hilbijartinê jî dike. Polîtîkayên zayendparêz, nijadperest, dijminatiya penaberan û şer, gefê li pêşeroja gel dixwe. Divê operasyonên leşkerî bisekinin. Hêza me kedkar, jin, ciwan, hemû kesên bindest û xizanan heye ku em vê pergalê biguherînin û welatekî ku 84 milyon karibin bi mirovane bijîn ava bikin. Em her kesê ku piştgiriyê dide ked, aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê, di qadên 1’ê Gulanê de vedixwînin mitînga herêmê ya Êlihê.”