Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TUÎK’ê; di meha gulanê de enflasyon ji sedî 0,04 û enflasyona salane jî sedî 39,59 e. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyona mezêxer a meha gulanê parve kir. Li gorî TUÎK’ê; Endeksa Fiyet a Mezêxer (TUFE) di meha gulanê de ji sedî 0,04 û Endeksa Fiyet a Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 0,65 e. Li gorî TUÎK’ê; enflasyona TUFE ya salane ji sedî 39,59 û ya YÎ-UFE’yê jî ji sedî 40,76 e.