Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin 2025-11-18 09:06:36 STENBOL - Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz destnîşan kir ku sedema gavneavêtina desthilatdariyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk "dirêjkirin" e û got: "Aştî  bi bernameya têkoşîna hevpar a hemû bindestan ve dikare bê geşkirin." Tevgera Azadiya Kurd di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di çarçoveya çareseriya Pirsgirêka Kurd de didome, gaveke nû li gavên girîng ên ku berê avêtibû, zêde kir. Di vê çarçoveyê de, di daxuyaniya li Qendîlê ya 26'ê Cotmehê de, hat ragihandin ku hêzên gerîla dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirine. Rêveberiya Tevgerê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya 17'ê Mijdarê de ragihand ku hêzên xwe ji Herêma Zapê ya ku metirsiya şer lê heye, vekişandine herêmên "guncav". Piştî van gavan, bala cemaweriyê li ser gavên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê hatiye avakirin û amadekarîyên qanûnî yên ku dê bike, ye.   Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz, pêvajo nirxand.   Gurz, anî ziman ku Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî û giran e û destnîşan kir ku divê çareseriya wê jî bi vê giranî û cidiyetê were gotûbêjkirin. Herwiha Gurz destnîşan kir ku rastiya Kurdistaneke 4 parçe ya ku bi Peymana Lozanê hatiye dabeşkirin heye û pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka Kurdistanê ye û ev tişt got: "Nêrîneke me ya çareseriyê ya ku bi tenê bi mafên demokratîk û çandî sînordar be, nîne. Ev jî daxwazên girîng in û em piştgiriyê didin wan. Lê li holê rastiya pirsgirêkek neteweyî ya mezin heye. Çareseriya vê jî ew e ku pergala serdestiya Tirk a li ser Kurdistanê ya ku bi komarê re sed sal e pêk tîne yên wekî dagirkirin, îlheq, zilm û desteserkirina mafê çarenûsiya neteweya Kurd bê rakirin. Ji ber vê yekê rakirina vê newekhevî û statûyê rewşa herî kûr a çareseriya pirsgirêkê ye. Di vê çarçoveyê de bingeha çareseriya me wekheviya hemû mafan e."   'DESHILATDARÎ DIRÊJ DIKE'   Gurz, diyar kir ku tunekirin, înkar, bişaftin û paradîgmaya tekparêz bi desthilatdariya AKP-MHP’ê tê nûkirin û berdewam dike û got faktorên navxweyî û derveyî hene ku "pêvajoya çareseriyê" ferz dikin. Gurz, bal kişand ser têkoşîna zêdetirî 40 salan a Tevgera Neteweyî ya Kurd, destkeftiyên girîng ên ku afirandiye û rastiya gelê rêxistinkirî yên bandorê li pêvajoyê dike û wiha pê de çû: "Lêbelê hemû gavên ku di çarçoveya pêvajoyê de hatine avêtin ji aliyê Tevgera Neteweyî ya Kurd ve tên avêtin. Tu gaveke şênber ji aliyê desthilatdariyê ve nehatiye avêtin. Ji ber vê yekê, li gorî me desthilatdarî pêvajoyê dirêj dike û bi perspektîfek ku 'tesfiyekirin û teslîmiyetê' li Tevgera Neteweyî ya Kurd ferz dike, nêzîk dibe. Desthilatdarî di daxwazên herî kêm de jî wekî perwerdeya bi zimanê dayikê, mafên destura bingehîn û berdana girtiyên siyasî, gavê navêje. Di vî warî de ya girîng, helwesta Neteweya Kurd û Tevgera Neteweyî ya Kurd û bi giştî jî helwesta hemû dînamîkên civakî yên şoreşger, demokratîk û pêşverû yên li vir û têkoşîna siyasî ye."   'DIVÊ ABDULLAH OCALAN BÊ BERDAN'   Bi domdarî Gurz destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê Tevgera Neteweyî ya Kurd e ji ber bê yekê divê bê berdan û got daxwaza azadiya Abdullah Ocalan demokratîk û rewa ye. Herwiha Gurz got ku divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.   BALKIŞAND SER TÊKOŞÎNA HEVPAR   Di berdewamê de Gurz rave kir ku ew pêvajoyê dişopînin û hewl didin ku li ser esasê berpirsiyariya şoreşgerî, raman, rexne û hişyariyên xwe bi şêwir bikin. Gurz, diyar kir ku gava herî biçûk û destkeftiya Neteweya Kurd bi dest bixe jî girîng e. Gurz, destnîşan kir ku ew ê bi Tevgera Neteweyî ya Kurd re têkoşîneke hevpar bikin û şert û naveroka pêvajoyê jî li ber çavan bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Aştî, edalet, wekhevî û demokrasî, tenê bi bernameya têkoşîna hevpar a Neteweya Kurd, çîna karkeran û hemû bindestan dikare bê geşkirin. Di vî warî de, divê em li ser esasê tevgera hevpar li hemberî kapîtalîzm, faşîzm û her cûre êrîşkarî û paşverûtiyê, li kêleka hev bin."   MA / Omer Îbrahîmoglû