Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan

  • rojane
  • 14:40 31 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - MEBYA-DER’ê, diyar kir ku di nava salê de, li gelek cihan goristan hatin rûxandin û ligel ku testên DNA’yê lihev hatin jî, cenaze nedan malbatan.”

 
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER), di çarçoveya xebatên komeleyê de, rapora  giştî ya sala 2020’an ji raya giştî re aşkere kir. Komeleyê ji bo aşkere kirina raporê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolû daxuyanî da çapemeniyê.
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosûn, HDP’î, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên TÛAY-DER’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Sala 2020’an ji bo tevahiya gelên cîhanê pir dijwar derbas bû. Li Tirkiyê û Kurdistanê jî, binpêkirinên mafan, şer û zext zêde bûn. Aborî têk çû û rizandina civakê mezintir bû.”
 
'LI DIJÎ MALBATAN ÎŞKENCE’
 
Almas, diyar kir di nava sala 2020’an de, malbatên 84 kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan, serî li komeleya wan dan û wiha bilêv kir: “Ji van malbatan 32 malbatan cenazeyê zarokên xwe girtin. Lê 7 malbat, ligel ku testa wan a DNA’yê hev girtin jî, cenazeyê zarokên wan nedan wan. Ev rewş, li dijî malbatan veguherî îşkenceyeke daîmî. 
 
Almas, anî ziman ku gorên HPG’iyên li gundên Saglik, Kureşa, Şanli û Mîr Alî yên girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê diman ji aliyê hêzên eskerî ve di 24’ê Nîsana 2020’an de, hatin rûxandin. Almas, da zanîn ku bi rûxandina goran re malbat jî rastî zext û êrîşan hatin. 
 
CENAZEYÊ AGÎT ÎPEK BI KARGOYÊ ŞANDIN
 
Almas, bal kişand ser pêkanînên li dijî cenazeyan û wiha pê de çû: “Cenazeyê Agît Îpek ê di sala 2017’an de li Dersimê di şerekê de jiyana xwe ji dest da bû, bi kargoyê di meha Gulana 2020’an de ji dayika wî Halîs Aksoy re şandin. Saziyên dewletê bi vê rêbazê îşkeceyeke bi pergalî li malbatê kir.”
 
'GORISTAN RÛXANDIN’
 
Almas, bi bîr xist ku li Gundê Liçok û goma Çemê Alîka yên li gundê Sipinîge, gorên HPG’iyan hatin rûxandin. 
 
PÊKANÎNÊN LI DIJÎ KOMELEYÊ
 
Almas, diyar kir ku hêzên polîs û eskeran, malbatên serî li wan dan tehdît kirin û wiha rêz kir: “Cenaze û gorên mirovan bi awayekê bêhiqûqî rastî nêzîkatiyên dij exlaqî hatin. Dîsa ji bo cenazeyan tabît û wesayît nehatin dayîn. Di heman demê de destûr nedan ku bikevin cihên mirîşûştinê de û bên şûştin. Gelek malbatan, bêyî ku cenazeyên xwe bişûn defin bikin. Hinekan jî nekarin li ser cenazeyên xwe wacîbeyên olî bi cih bînin.”
 
'EM Ê LI GEL MALBATAN BIN’
 
Almas, xwest ku desthilatdarî dest ji van bêhiqûqiyên xwe berde û wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ku dest ji van êrîşên xwe  yên li ser cenazeyan berdin. Şert û merc çi dibin bila bibin, emê ligel malbatên tên mexdût kirinbin. Em wan qet bi tenê nehêlin û heya dawiyê emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 

Sernavên din

01/01/2024
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
31/12/2023
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
30/12/2023
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
29/12/2023
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
28/12/2023
10:40 Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma
27/12/2023
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
26/12/2023
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
25/12/2023
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
24/12/2023
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
23/12/2023
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
22/12/2023
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
21/12/2023
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
20/12/2023
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
30/12/2022
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
29/12/2022
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
28/12/2022
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
26/12/2022
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber