‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’

  • rojane
  • 15:41 28 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Hewldana Ji bo Roboskî Edalet banga ronîkirina komkujiyê kir û got: “Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe.” 
 
Hewldana Ji bo Roboskî Edalet di meha 133’yemîn de têkildarî Komkujiya Roboskî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin û carek dn Roboskî neqeqewime” hat vekirin. Endamê Hewldanê Tanjû Gunduzalp daxuyanî da. Guduzalp banga ronîkirina komkujiya Roboskiyê kir û wiha got: “Bêcezahiştinê edaletê kuşt. Ji kujeran re demborî nîne. Divê li dijî tundiya dewletê û îktidarê ji Roboskî re edalet were xwestin Roboskî azmûna dewletê û îktidarê ye. Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe. Me Roboskî ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin.”