Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!

  • rojane
  • 10:16 24 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Rêveberê Şaxa SES'ê ya Rihayê Kenan Gengeç, diyar kir ku li nexweşxaneyên dewletê, randevûyên bijîjkan bi rojan û testên MR, Rontgena Dîjîtal, Ûltrasonografî jî bi mehan nikarin bên girtin û êdî bûne pirsgirêk. Gengeç, got ku pergala tenduristiyê ya nexweşan beraliyê nexweşxaneyên taybet dike têk çûye.  
 
Rêzên ku berê li ber nexweşxaneyên dewletê dirêj dibûn, niha di pergala randevûyê ya înternetê de veguherîne "rêzên sanal". Li yek ji bajarên herî qerebalix ê bakurê Kurdistanê Rihayê, ji ber nebesbûna binesaziyê, kêmaniya bijîjkan, kêmasiyên teknîkî yên li nexweşxaneyan, pergala tenduristiyê têk çûye. Li nexweşxaneyên dewletê herî zêde randevû ji bo 15 roj şûn de tê dayîn. Gelek kes ji ber ku bi saetan bi randevûyê re mijûl dibin bêyî ku randevû bigirin dev ji ber didin. 
 
Ji ber ku rêjeya welîdînê zêde ye li bajar bi zorê randevûya serwîsa welidînê tê girtin. 
 
'RÊZ VEGUHERIYE SER ÎNTERNETÊ'
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Rihayê Kenan Gengeç, diyar kir ku pergala tenduristiyê li bajar têk çûye. Gengeç, bi bîr xist ku hikûmetê berê bi dawîkirina rêzên li ber nexweşxaneyên sîxortayê peznê xwe daye û wiha got: "Niha jî 'rêza dîjîtal heye'. Niha ji bo 15-20 rojan randevû nikare bê girtin. Ji bo testên Manyetîk Rezonans (MR), Dijital Rontgena Dîjîtal, Rontgen Panoramîk Dîjîtal, Mamografî, Ûltrasonografiya Dopplera Rengîn, Ûltrasonografî jî di binî 2 mehan de randevû nikare bê girtin."
 
'BERALÎ NEXWEŞXANEYÊN TAYBET DIKIN'
 
Gengeç, bal kişand ser rêjeya welidînê ya li bajar û wiha axivî: "Li nexweşxaneyên dewletê yên navçeyên navendê Eyyûbiye, Xeliliye û Karakopruyê 30-35 bijîjkên welidînê hene. Ji ber ku hejmara wan timik diguhere ev hejmar kêm e. Di rewşên lezgîn de bêguman bijîjkên serwîsa lezgîn hene lê xwe gihandina wan problemeke mezin e. Li nexweşxaneyên dewletê rêz nayê girtin. Nexweşên diçin vir dema ku rêz nebînin û derfetên wan hebin neçar dimînin ku biçin nexweşxaneyên taybet. Pergal bixwe vê diqîre. Pergal têk çûye. Pergala veguherandinê ya di salên 2000'î de ket meriyetê têk çûye. Pergal bixwe beralî nexweşxaneyên taybet dike. 
 
'NEXWEŞ GELEK IN LÊ BIJÎJK Û NEWEŞXANE KÊM IN'
 
Di berdewamê de Gengeç, bi lêv kir ku weke di gelek mijaran de di qada tenduristiyê de jî newekheviya herêmî heye û ev tişt anîn ziman: "Li gorî bajarên Tirkiyeyê li herêmê hejmara bijîjk û neweşxaneyan kêm e. Ji ber sedemên civakî, aborî û hin hincetên din gelek bijîjk diçin bajarên Tirkiyeyê. Em dibînin ku hin bijîjkên rihayê jî diçin. Riha bajarê ku herî zêde di tenduristiyê de tundî lê heye. Nexweş gelek in lê bijîjk û nexweşxane kêm in. Nexweşxaneyên heyî jî baş naxebitin û şertan pêk naynin. Bi vê re alozî jî tê."
 
FERASETA TENDURISTIYA CIVAKÎ
 
Gengeç, ji bo derbaskirina pirsgirêkan ev tişt pêşniyar kirin: "Divê di tenduristiyê de bernameya veguherandinê ji holê bê rakirin. Divê pergaleke hê bêtir civakî û mirov bikaribin xwe bigihînê bê avakirin. Divê pergala tenduristiyê ya ne nexweşî nexweş ketinê asteng bike bê avakirin. Her wiha divê pergala tenduristiyê ya civakî ku herkes bikaribe têde bi zimanê xwe yê zikmakî xizmet bigire bê avakirin."
 
MA / Ceylan Şahînlî