Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de

  • rojane
  • 10:03 24 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Ceylan Bozkurt diyar kir ku ev nêzî saleke 38 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê di qawîşên kapasîteya wan 11 kes de tên ragirtin û ev tişt anî ziman: “Hewl didin bi daxwaznameyan dengê xwe bidin bihîstin lê belê rêveberiya girtîgehê destûr nade ku ev daxwazname ji wir derkevin.”  
 
Bi polîtîkaya tecrîdê re binpêkirinên li girtîgehan jî her ku diçe zêdetir dibin. Li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê ku gelek caran bi binpêkirinan dikeve rojevê, zext û sepanên keyfî yên li ser girtiyan berdewam in. Li girtîgehê ji hêlekî ve ji ber neqebûlkirina poşmantiyê înfazên girtiyan tên şewitandin û li hêla din jî li ser kapasîteya qawîşan girtî di qawîşan de tên ragirtin. Ev nêzî saleke ku li qawîşên ku kapasîteya wan 11 kes in, 38 girtî tên ragirtin û tenê xwarina ji bo 11 kesan tê dayîn. 
 
Ceylan Bozkurt ku 5 sal û 2 mehan li Girtîgeha Şakranê ma û di tîrmeha sala 2021’an de hate berdan, di 20’ê hezîranê de bi hevala xwe Mahsume Şendal re hevdîtina vekirî kir û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. 
 
LI QAWÎŞA JI BO 11 KESAN NIHA 38 GIRTÎ TÊN RAGIRTIN
 
Bozkurt, diyar kir ku zexta li girtîgehan ji her alî ve berdewam dike û wiha got: “Di nava 5 salên li Şakranê de em her tim rastî zextan hatin. Dixwazin girtiyên edlî têxin qawîşên girtiyên siyasî. Bi vê yekê re dixwazin ku têkiliya di navbera girtiyên siyasî de qut bikin û tecrîda heyî girantir bikin. Dema girtî li dijî vê hewldanê derketin jî tevek xistin qawîşekê. 38 kes xistine qawîşa A-5. Di vê hêlê de rewşa hevalan baş nîne. Di odeyeke ji bo kesekî hatiye amadekirin de 4 kes tên ragirtin. Heke 2-3 kes li ser ranzayê razên, yek jî li erdê radizê.” 
 
PIRSGIRÊKA XWARINÊ 
 
Bi domdarî Bozkurt anî ziman ku qawîşên jinan bêhewa û bêhîjyen in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demsalên havînê de ev rewş hêj girantir dibe. Ev qawîş ji hêla tenduristiyê ve kambax in. Girtî her tim di nava hev de ne, nikarin pirtûkan bixwînin û bêhna xwe vedin. Di demên berê de dema em 14 kes diman, ji me re sê karavan di anîn û xwarin dixistin wan karavanan. Lê belê niha ji bo 38 kesan xwarinê têxin heman karavanan. Li gel nebaşbûna xwarinan, her wiha kêm tê dayîn. Heval hewl didin van kêmaniyan bi kirîna tiştên ji kantînê temam bikin. Ev yek jî barê aboriyê yê hevalan hêj girantir dike.” 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
 
Di berdewamê de Bozkurt destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê bi sedemên gelek biçûk cezayên disiplînê dide girtiyan û ev tişt anî ziman: “Dema girtî diçin nexweşxane yan jî revîrê, her tim rastî helwestên keyfî tên. Dema nîqaş çêdibin jî cezayên disiplînê didin. An jî dema girtî ji bilî endamên malbatê bi hevalekî/e xwe re hevdîtinê dikin jî cezayên disiplînê li wan tên birîn. Bi taybet jî vê yekê li girtiyên ku cezayê wan kêm mayî dikin. Ev jî rêbazeke din ê cezakirinê ye.”
 
MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ HEVDÎTINAN QEBÛL NAKE
 
Bozkurt, da zanîn ku hevala wê Şendal diyar kiriye ku di hêla aborî de zehmetiyan dikêşin û wiha derbirî: “Heta heqê şandina nameyekê jî gelek zêde bûye. Name, ji bo girtiyan gelek girîng e. Lê belê carnan ji ber ku mesrefa wê zêde dibe, nikarin nameyên xwe jî bişînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehê me hefteyê carekî bi midûrê girtîgehê re hevdîtin dikir. Lê belê niha êdî ew jî nayê kirin. Hevdîtineke ji bo çareserkirina pirsgirêkan tune ye. Pirsgirêkên heyî wekî xwe dimînin.” 
 
DAXWAZNAMEYAN ASTENG DIKIN
 
Herî dawî jî Bozkurt ev agahî parve kirin: “Girtî ji bo vegotina rewşa xwe ji rêxistinên civaka sivîl, komeleyên mafên mirovan û ji baroyan re daxwaznameyan dişînin. Lê belê ev daxwaznameyên wan tên astengkirin. Ji bo piştevaniya hiqûqî girtiyan herî dawî ji Baroya Îzmîrê re name şandine. Lê belê rêveberiya girtîgehê nehiştiye ku ev name bê şandin. Nahêlin girtiyên siyasî ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigbirin. Heta gelek caran nahêlin li ser telefonê jî biaxivin. Hevdîtineke kin a bi 10 deqeyan jî ji ber pirsgirêka di pergalê de tê astengkirin. Dema xizmên girtiyên edlî nehatin hevdîtinê, ev yek bi mafê telefonê yan jî hevdîtina girtî tê telafîkirin. Lê belê ev mafê girtiyên siyasî tê astengkirin. Bi her awayî cuda nêzî girtiyên siyasî dibin. Girtîgeha Şakranê weke girtîgeheke pîlot hatiye hilbijartin. Lewma gelek tiştên li vir tên ceribandin piştre li girtîgehên din tên belavkirin. Divê haya raya giştî ji tiştên li girtîgehan diqewimin hebe. Divê di serî de jî rêxistinên civaka sivîl, parastvanên mafên mirovan û partiyên siyasî wan tiştan bi raya giştî re parve bikin.” 
 
MA / Delal Akyuz