Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in

  • ciwan
  • 17:03 5 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Di encamnameya Meclisa Ciwanan a HDP'ê de ev tişt hat gotin: "Li dijî berpalê ku AKP dixwaze civakê ber pê bibe em ê civakê biparêzin û bi têkoşîna bibîryar civakê azad bikin."
 
Meclisa Ciwanan a HDP'ê, encamnameya civîna xwe ya ku di 5'ê hezîranê de li Enqerê pêk anîbû aşkera kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di pêvajoyeke ku li dijî ciwanan polîtîkaya zextê û tepisandinê hene de civîn pêk hatiye û ev tişt hat gotin: "Zordariyên ku li Tirkiyeyê li ciwanan tên kirin hatine nirxandin û derbarê xeta têkoşînê ya dema pêş nîqaş hatine meşandin."
 
Di encamnameyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi siyaseta xwe ya şerker nirxên civakê tune dihesibîne, di polîtîkaya dijî ciwanan de israr dike û hate gotin, "Ji dema ku AKP bûye desthilatdar û vir ve di nava civakê de cihêbûn û siyaseta dijberiyê mezin dibe. Li gel civakê bi taybetî ciwan xizan dibin, bêkarî û bêewlehiya li ser aşerojê zêde dibe. Jiyan her roj bêhtir giran dibe. Hema bêje yek ji du ciwanan bêkar e."
 
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ji bo nîşan bidin ku ciwan li hemberî vê xizaniya li wan tê ferzkirin bêçare nîne, wê li qadan bin û her tim dengê kesên ku desthilatdarî naxwaze bibihîze bilind bikin û hate gotin, "Em ciwanên ku xwe di bin sîwana Meclîsa Ciwanên HDP'ê de bi rêxistin ikrine, vê bêderfetiyê red dikin û destnîşan dikin ku heta mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Bi polîtîkayên şerê taybet zext û zordarî li ciwanan tê kirin. Bi girêdana bi madeyên hişbir, bi sîxurkirinê û êrişên zayendî yên bi rêk û pêk hewl didin ku ciwanan ji daxwazên wan ên mafê demokratîk vegerînin."
 
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku ew xwedî tecrûbe û wê hêzê ne ku polîtîkayên şerê ên sîstem ji bo dejenerekirinê ferz dike, pûç bikin. Di encamnameyê de hate gotin, "Em ê hre qadê veguherînin qada têkoşîna li dijî şerê taybet. Em bi biryar in ku ampûla yên şerê taybet dimeşînin biteqînin û jiyana wan a siyasî tarî bikin."
 
Di encamnameyê de işaret bi zexta desthilatdariyê ya li ser zanîngehan jî hate kirin û hate gotin, "Em ê kampûsan radestî komên çete nekin. Ji bo li zanîngehan perwedeyeke xweser, azad û pirzimanî bê dayin, em bi biryar in ku bixebitin û têbikoşin."
 
Di dewama encamnameyê de hate ragihandin ku bi siyaseta şer a li ser Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re desthilatdarî dixwaze krîz û xizaniya heyî binixumîne û hate gotin, "Desthilatdariya ku giranî daniye ser tunekirina destketiyên Kurdan, bi rêya şer dixwaze civakê bi rê ve bibe û pirsgirêka Kurd bêhtir kûr bike.
 
Em ji dîrokê ve zanin ku berxwedana ciwanan, gelan û dijberên şer dimî li hemberî şerxwazan bi ser ketiye. Rabûna li ber şer, afirandina civakeke têgihiştî bi têkoşîn û rêxistiniyê dibe. Weke Meclîsa Ciwanan a HDP'ê em bi biryar in ku civakê ji AKP'ê ya ku ber bi zinar ve dehf dide, biparêzin û bi têkoşînê civakê azad bikin."