Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan

  • ciwan
  • 10:29 29 Gulan 2022
  • |
img
DÊRSIM - Polîsan duh li Dêrsimê bi ser gelek malan de girtin û 20 xwendekar binçav kirin. Ji xwendekarên hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê de polîsan duh li Dêrsimê bi ser gelek malan de girtin û 20 xwendekarên Zanîngeha Munzurê binçav kirin. Ji xwendekarên binçavkirî 6 jê piştî kar û barên îfadegirtinê ya li Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê hatin berdan. Kar û barên îfadegirtinê ya 14 xwendekaran jî berdewam in.