HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku kampanyaya “Xezîneya me gelê me ye” dane destpêkirin. Gunay, wiha got: “Piştgiriyê bide partiya xwe bila di serkeftinê de para te jî hebe.” 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay da zanîn ku li dijî biryara bloqekirina hesabên alîkariya xezîneyê, kampanyaya “Xezîneya me gelê me ye” dane destpêkirin. 
 
DOZ LI QESRÊ HATE AMADEKIRIN 
 
Gunay ji ewil bal kişand ser doza girtina partiyê ku hêjta li Dadgeha Destûra Bingehîn didome û wiha got: “Doza girtinê, doza tolhildana îktîdarê û şirîkên wê ya li dijî partiya me ye. Dozeke derhiqûqî û siyasî ye. Dîrokên ku îdianameya dozê hatine pêşkeşkirin jî bi tena xwe nîşaneya vê rastiyê ne. Tevahiya raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê dît ku ev îdianame li Qesrê hatiye amadekirin. Doz, ji hêla îktîdarê ve tê birêvebirin. Di pêvajoya vê dozê de yên li hemberî me ne Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn lê îktîdara AKP û MHP’ê hebû. Îktîdar, Dadgeha Detsûra Bingehîn û şirîkê wê yê biçûk MHP û Devlet Bahçelî jî peywira arastekirina pêvajoya dadgehê li xwe girtiye. Axaftina Bahçelî ya di civîna komê ya di roja sêşemê de mînaka vê rastiyê ya herî şênber e. Biryara redkirina daxwaza partiya me ya ‘bila doza girtinê piştî hilbijartinan bidome’ ne ji hêla AYM’ê ve lê di civîna koma MHP’ê ya di roja sêşemê de hatiye dayîn. Dema em biryara bloqekirinê jî didin ber vê biryarê, dibînin ku hewl didin bi destê darazê HDP’ê ji qada têkoşîna siyasî tesfiye bikin.
 
Lê ne girtina partiya me, ne bi qutkirina alîkariya xezîneyê û ne jî bi zextên xwe hûn dê nekarin vîna gel îpotek bikin. Hûn jixwe re bitirsin, em ê hîn mezintir bi ser kevin. Bi destwerdana li dijî partiya me re dest bi destwerdanên xwe yên derhiqûqî yên li dijî hilbijartinan jî kirine. Me li dijî her cureyên êrişan li ber xwe da. Roj bi roj mezintir bûn û mîna duh dê îro jî bi ser kevin. 
 
KAMPANYAYA ‘XEZÎNEYA ME GELÊ ME YE’
 
Li dijî bloqekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên partiya me, em kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ didin destpêkirin. Xuyaye ku kesên her tiştekî madî difikirin, nizanin ku nikarin HDP’a hêza xwe ji gel digire û bi têkoşîn û berxwedanê hebûna xwe didomîne bi van rêbazan bidin sekinandin. Gelo ma hûn dê bikarin xwe li pêşiya kesên dibêjin ‘ez çaketê xwe bifiroşim û li partiya xwe xwedî derkevim’ bigirin? Niha jî em ê bi piştevaniyê û bi mezinkirina kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ re bersiva herî xurt bidin kesên bi pereyan gefê li me dixwin. Me bi dehan caran îspat kir ku tu kes nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe û em ê careke din vê îspat bikin. 
 
Ji roja bloqekirina hesabên alîkariya xezîneyê heta niha li ser hev telefon tên. Gelê me pêşî li me digire û dibêje; ‘Em ê çaketê xwe bifiroşin lê dîsa jî dê xwedî li partiya xwe derkevim.’ Hinek kes jî ji bo mûçeyê xwe yê teqawidiyê bexiş bike ji me navnîşanê dixwazin. Me kampanya da destpêkirin û li bendê ne ku gelê me piştevaniyeke xurt bike. Em li vir radigihînin ku dê bi hêz û piştevaniya gelê xwe, mezintirîn kampanyaya hilbijartinê bimeşînin û têkçûneke herî mezin bi îktîdarê bidin jiyîn. Bila her kes tev li piştevaniyê bibe û bibe parçeyeke serkeftinê. Em, kampanyayê bi bexşên hevserokên me yên giştî û parlamenteran didin destpêkirin. Dê li her bajar û navçeyan belav bikin ta ku xwe digihînin 6 milyon hilbijêrên xwe. Piştgiriyê bide partiya xwe û bibe parçeyeke serkeftinê.”