Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe

img

ENQERE – Tifaqa Ked û Azadiyê, piştî civîna li Navenda Giştî ya HDP'ê, daxuyand ku biryar girtiye ku bi namzetê xwe yê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe. Tifaqê diyar kir ku dê rojek berî rojekê namzetê xwe eşkere bike. 

 
Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Kedkaran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) pêk tê, bi hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên xwe danezana civîna li Navenda Giştî ya HDP'ê eşkere kir. 
 
Di danezanê de hat diyarkirin ku piştî nîqaşan biryar girtine ku ew pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê bi namzetê xwe yê hevpar tevlî hilbijartina serokkomariyê bibin û hat gotin ku deriyê wan ji tu diyalog û muzakereyan re jî negirtiye. 
 
Di danezanê de hat diyarkirin ku dê rojek berî rojekê namzetê hevpar bê eşkerekirin.