Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike

img
ENQERE - HDP, li dijî biryara bloqekirina hesabên xwe yên xezîneyê, li ser daxwaza zêde ya hilbijêrên xwe dest bi kampanyaya "Xezîneya me gelê me ye" dike. 
 
Di çarçoveya doza girtinê ku lê hatibû vekirin de, li ser serlêdana Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, Dadgeha Destûra Bingehîn biryara beloqkirina hesabên xezineyê yên HDP'ê dabû. Piştî vê biryarê gelek hilbijêrên HDP'ê li Navenda Giştî ya partiyê geriyabûn û xwestibûn ku alîkarî bikin. Di vê pêvajoyê de ji Îzmîrê karkerên înşaatê gotibûn yemiyeya xwe û gelek kesên teqawîd gotibûn mûçeyê xwe bidin HDP'ê. Her wiha ji kolanên Amedê jî gelek kesan gotibûn wê ji bo HDP'ê qredî bikişînin. Li Mêrdînê jî welatiyan gotibûn ku wê alên HDP'ê ew ê çêbikin. Li Stenbolê jî gelek li HDP'ê geriyabûn û gotibûn ew amade ne kirêyên avahiyên HDP'ê razînin.
 
Li ser vê daxwaza zêde ya hilbijêrên xwe ya ji bo alîkariyê HDP'ê biryar da ku dest bi kampanyaya "Xezîneya me gelê me ye" bike. Starta kampanyayê wê roja pênçşemê ji aliyê Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ve bi civîneke çapemeniyê bê dayîn. 
 
KAMPANYA HERÎ BIHÊZ A HILBIJARTINÊÜ
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, wê destpêkê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar tev li kampanyayê bibin. 
 
Her wiha wê parlamenter û pêkhateyên partiyê jî tev li kampanyayê bibin. Di çarçoveya kampanyayê de pêkanîna "mehaneya mobîl" bikeve meriyetê. 
 
Rayedarên HDP'ê ku wê bêyî alîkariya xezîneyê kampanya hibijartinê bi rê ve bibin, ev tişt gotin: "Em ê nîşanî AKP'ê û daraza wê bidin ku bihêza gel çawa kampanya hilbijartinê tê meşandin."