HDP: Efrîn jana dilê milyonan e

img
ENQERE - HDP’ê têkildarî salvegera êrişa Tirkiyeyê bo ser Efrînê peyamek belav kir û got: “Efrîn jana dilê milyonan e. Em ji bîr nakin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan têkildarî salvegera 5’emîn a êrişa Tirkiyeyê bo ser Efrînê ku di 20’ê Çileya 2018’an de dest pê kiribû, li ser hesabê xwe kurdî yê Twitterê peyamek belav kir. Peyama HDP’ê wiha ye: “Di ser dagirkirin, wêrankirin û talankirina Efrînê re 5 sal derbas bûn. Piştî ku hat dagirkirin, bi hezaran Efrînî hatin kuştin û revandin, bi sedhezaran kes hatin koçberkirin. #Efrîn jana dilê milyonan e, em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”