Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da û got: “Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e.” 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojêve nirxand. 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Gunay anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên ku li benda çareseriyê ne hene û di serê van pirsgirêkan de ya herî mezin tê pirsgirêka kurd e û got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêka sed salî ye. Pirsgirêka kurd li ber saziya siyasetê li benda çareseriyê ye. Bi desteserkirina îradeya hilbijartî ya gelê kurd, bi qeyûman an jî bi dosyayên parêzbendiyê yên di Meclisê de derbas bûn, we nikarîbû vê pirsgirêkê çareser bikin û hûnê nekin jî. Çareseriya vê pirsgirêka ku pir eşkere ye ku bi zext û zorê nayê çareserkirin, çawa li hemû cîhanê çareserî bi siyaseta demokratik û muzakereyan pêk tê li welatê me jî çareserî siyaseta demokratîk û muzakere ye. Çareseriya pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk pêkan e. Em dibêjin feraseta yekperest û nijadperest dê nikaribe pirsgirêka kurd çareser bike. Mifteya herî mezin a demokratîkbûyînê çareserkirina pirsgirêka kurd e û pêşxistina rê û rêbazên çareseriya demokratîk e.” 
 
‘DARBE KIRIN JÎ LÊ HDP HER KU ÇÛ MEZIN BÛ’  
 
Gunay bal kişand ser rakirina parêzbendiyên parlamenterên kurd ên ji dîrokê heta niha û îktidaran bi rakirina parêzbendiya nikaribû îradeya gelê kurd teslîm bigire û pêşî li îradeyê bigire û tevî vê yekê jî îro jî îktidara AKP-MHP’ê di rakirina parêzbendiyê de israr dike. Gunay da zanîn ku her çiqas di sala 2016’an de parêzbendiya parlamenterên HDP’ê hat rakirin û çend ji wan hatin girtin jî, qeyûm tayînî ser îradeya gelê kurd hat kirin jî lê dîsa HDP her ku çû mezin bû û mezinbûna HDP’ê berdewam dike. 
 
ERDOGAN Û ŞIRÎKÊ XWE AYDENÎZ HEDEF NÎŞAN DAN 
 
Gunay bal kişand ser hewldanên rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û wiha axivî: “Weke ku hûn jî dizanin, herî dawî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz ku pêkhateya me ye, ji ber beşdarî meşa Gemlîkê ya 12’ê hezîranê ya li Stenbolê ya ji bo “Li dijî tecrîdê parastina azadiyê” bû, ji aliyê Erdogan û şirîkê wî yê biçûk Bahçelî ve hedef hat nîşandan. Hevala me Salîha li dijî polîtîkayên tecrîdê bertek nîşan da. Lê li ser fermana Erdogan derbarê hevala me Salîha de fezleke hat amadekirin û îro jî ji bo daxwaza rakirina parêzbendiya hevala me Salîha Aydenîz fezlekeya hatibû amadekirin, di Komîsyona Têkel a Meclisê de dest bi nîqaşê kir. Ev pêvajo bi gotina Serokê Meclisê ya derbarê Salîha Aydenîz de ku gotibû ‘Divê parêzbendî bê rakirin û cezayê pêwîst bê dayîn’ rakirina parêzbendiyê hat lezkirin.”
 
‘JI WEKÎLÊN XWE RE BÊDENG IN’ 
 
Gunay anî ziman ku Serokê Meclisê û îktidara ku derbarê Aydenîz de daxwaza rakirina parêzbendiya wê dike ji bo parlamenterên AKP’ê yên ku heqaret li polîsan kirin bêdeng in û got: “Gelo hûn difikirin ku parêzbendiya parlamentere AKP’ê Îhdal Barutçu ku heqaret li polîsên trafîkê kir, parlamentere AKP’ê Selahattîn Dag ê ku li polis da, parlamentera AKP’ê Zeynep Gul Yilmaz ji polîsan re gotibû ‘bêşeref’, Parlamenterê AKP’ê Farûk Koca ku şîmaq li polîsa da, rakin? Bi dehan mînak, mîna van mînakan hene.” 
 
‘DEMA MIJAR DIBE HDP TEV DIBIN YEK’ 
 
Gunay destnîşan kir ku ev îktidar û rayedar dengê xwe ji polîsên ku heqaret li parlamenterên HDP’ê dikin û polîsên xwestin milê parlamentere wan Huseyîn Kaçmz bişikînin nekir û lê dema parlamenterên wan li dijî neheqî û zordestiya polîsan bertek nîşan didin, dikevin ber lêpirsînan û gefa rakirina parêzbendiyê li wan tê xwarin. Gunay diyar kir ku dema mijar dibe HDP îktidar û muxalefet dibin yek û vê yekê di helwesta li dijî Aydenîz de carek din dîtine. 
 
‘DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ ANÎN’ 
 
Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Heke hûn dixwazin dawî li zilmê were û hûn dixwazin aştî were ser vê axê şertê ewil ew e ku dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan were û rêyên diyalogê bên avakirin.” 
 
‘DIBÎNIN KU DAWIYA WAN TÊ ZILMÊ DIKIN’ 
 
Gunay destnîşan kir ku îktidar dibine ku dawiya wê tê û lewma lez daye zilma li ser partiya wan û xelkê û ji ber vê yekê îktidar her cure çalakiyên partiya wan krîmînalîze dike. Gunay anî ziman ku divê wezîrê karên sûc Suleyman Soylu û yên din baş bizanibin wê rojekê bedela zilma ku dikin bidin. 
 
‘AYDENÎZ VÎNA GELÊ AMEDÊ YE’ 
 
Gunay di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê em li vir careke din dibêjin; Salîha Aydenîz, îradeya gelê Amedê ye ku bi dengê gel hatiye hilbijartin. Rakirina parêzbendiya Aydenîz derbeya li dijî vîna gel e! Yên ku desteserkirin îradeya kurdan û faşîzma li ser HDP’ê rewa dibine, bila baş bizanibin heke bi vê yekê re rûbirû nebin, dê ew jî têk biçin. Dest ji siyaseta xwe zextan, girtin, şer û êrişan berdin. Hûn nikarin bi vê siyasetê encam bigirin.”