HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike

img
ENQERE - HDP wê Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin a 5’emîn bi dirûşma “Çareserî em in, serkeftin a me ye” li dar bixe û armanc dike kongre bi beşdariya 100 hezar kesî pêk were. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3’ê Tîrmehê de li Eywana Sporê ya Enqereyê Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin a 5’emîn li dar bixe. Xebatên kongreya HDP’ê bi hemû lez û beza xwe berdewam dikin. Desteya Rêberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê cara dawî duh li Navenda Giştî ya HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar civiya. Hevserokan ji ber xebatên endamên rêveberiya navendî spasiya wan kir û peyama dê li qadan bi hev re têbikoşin dan. 
 
GELO DÊ HEVSEROK BERDEWAM BIKIN?
 
Di civîna MYK’ê de dê hevserok berdewam bikin an na biryar hat girtin ku ev yek ji Komîsyona Mutabakatê ya Navendî ku ji aliyê pêkhate, kesayet, jinan, ciwanan ve hatiye avakirin re hatiye hiştin. Komîsyona Mutabakatê dê di rojên pêşiya me de bicive û hevserokatiya Bûldan û Sancar gelo dê berdewam bikin an na binirxîne. 
 
TÊ ARMANCKIRIN KU 100 HEZAR KES TEV LI BIBE 
 
Li gel vê yekê ji bo girseyek zêde tev li kongreye bibe xebatek zêde tê birêvebirin. Rêveberên HDP’ê li her qadê xebata amadekariyên kongreyê dikin. Ji Colemêrgê heta Edîrneyê xebat tên kirin û ji bo bi otobusan xelkê veguhezînin kongreye amadekarî tên kirin. Xebatên HDP’ê hindik maye bi dawî bibe. Armanca HDP’ê ew e ku 100 hezar kesî tev li kongreyê bike. Gelek endamên MYK’ê û parlamenter ji bo roja kongreyê hatine wezîfedarkirin. 
 
DESTEYÊN PM, LIHEVKIRIN, DÎSIPLIN Û ŞÊWREYÊ 
 
Dema ji bo serlêdana Meclîsa Partiyê (PM) ya HDP’ê ya serdema nû di 20’ê hezîranê de bi dawî bû. Hat zanîn bi sedan kes ji bo endamtiya PM’ê serî li Komîsyona Mutabakatê ya Herêman daye. Ev Komîsyona Herêman dê navên ji bo desteyên PM, Şêwre, Lihevkirin û Dîsiplînê hatine pêşniyazkirin bişîne Komîsyona Mutabakatê ya Navendî. Piştî nirxandin û hevdîtinên Komîsyona Navendî bike desteyên hatine diyarkirin dê roja kongreyê bên eşkerekirin. 
 
DÊ BI REWŞENBÎRAN RE CIVÎN WERE LIDARXISTIN 
 
Li gel vê yekê jî Komîsyona Mutabakata Navendî, Komîsyona Berfirehkirinê ava kir. Ev komîsyon jî ji bo nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan tev li kongreye bibin dê hevdîtinan bike. Komîsyona Berfirehkirinê dê beriya kongreyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan re bicive. 
 
‘ÇARESERÎ EM IN’ 
 
HDP dê heta roja kongreyê bi dirûşma “Çareserî em in, serkeftin a me ye” xebat bên birêvebirin.
  
MA / Bêrîvan Altan