Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe

img
ENQERE - Ji bo parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Salîha Aydenîz bê rakirin, parlamenterên Endamên Komîsyona Tevlihev ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê pêk tên, gazî civînê hatin kirin. 
 
Serokatiya Komîsyona Tevlihev ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê ya Meclîsê pêk tê, ji bo parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîha Aydenîz bê rakirin, roja pêncşemê saet di 11.00’an de parlamenter gazî civînê kirin.  
 
Di civînê de ji ber fezlekeya bi hinceta di çalakiya Kadikoya Stenbolê de “kulmek li polîs xistiye” derbarê Aydenîz de hatiye amadekirin wê parêzbendiya wê were nîqaşkirin. Hate hînbûn ku 5 fezlekeyên ji dem û çalakiyên cuda yên derbarê Aydenîz de hatine amadekirin kirine yek. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hedef hatibû nîşandan.