Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke

img
ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç têkildarî nîqaş û spekûlasyonên di demên dawî de li ser Îmraliyê tên kirin axivî û wiha got: “Divê rê bê dayîn ku Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên siyasî yên li Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Bila kesek li ser vê mijarê spekûlasyonan neke.” 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxand. Oluç, bal kişand ser krîza aborî û nîqaşên li ser Îmraliyê. 
 
Oluç, diyar kir ku di lîtaretûra aboriyê ya Tirkiyeyê de ji rêbaz û nêzikatiya nû re dibêjin rêbaza Nebatî û wiha got: “Çi ye ev rêbaz? Ji bo îstîqrara fiyetan, li dijî enflasyona zêde, bêkarî û hwd. bi biwêj û helbestan destwerdanê dike. Ev, rêbaza Nebatî ye. Bi gotina ‘çavên min dibiriqin’ re dibêjin qey li dijî krîza aboriyê têdikoşin. Herî dawî li Edeneyê got; ‘em ê di sala 2022’yan de di îthalatê de xwe bigihînin hedefa xwe ya 250 milyar dolaran.’ Erê baş e lê çima qala îxracatê nake? Wezîrê Xizîne û Darayiyê bi vekirî manîpûlasyonan dike. Aliyê îskan ê tije nîşan dide lê qet qala yê vala nake.”
 
HÛN BACÊN MÎNA BAREKÎ LI SER PIŞTA GEL KÊM NAKIN
 
Bi domdarî Oluç anî ziman ku desthilatdarî enflasyonê li dijî gel weke barekî giran bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha dibêje ‘ji bo piştgiriya bi têkoşîna li dijî enflasyonê, dev ji dahatên bacê yên bi 241 milyar lîreyan ber didin.’ Bi rastî jî nûwaze ye. Baş e çi bi dahatên bacan ên 4 mehên destpêkê bû? Hûn bacên li ser pişta gel kêm nakin. Tenê di demekî ku gel di bin enflasyonê de difetise de hûn gel dixapînin. Divê kêmtirîn heqdest di tîrmeha 2022’yan de bê sererastkirin. Dê li gorî ferqa enflasyonê bê kirin. Ji bo ku kêmtirîn heqdest zêde nebe, dê bi destê TUÎK’ê hewl bidin enflasyona meha gulanê ji sedî 3 nîşan bidin.” 
 
TAYÎNÊN HSK’Ê
 
Di berdewamê de Oluç qala guherandina cihê 5 hezar û 426 dozger û dadgeran kir û wiha pê de çû: “HSK di bin kontrola desthilatdariyê de ye. Guhertinên balkêş kirine. Dadger û dozgerên li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tevgeriyayîn terfî kirine. Lê terfiya yên ne li gorî daxwaza wan tevgeriyane jî sirgûn kirine. Weke mînak; dadger Kûrşat Bektaş ku di Doza Geziyê de şerha muxalefetê danîbû ji Stenbolê sirgûnî Tokatê kirin. Bi vê yekê gefê li hemû dadgeran dixwin. Her wiha dozger Ahmet Altun ku di Doza Kompasê ya Kobanê de tevahiya hiqûqê binpê kir, kirin Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê. Weke xelat bikin. Vekirina dozan ên derheqê HDP’ê de û şandina fezlekeyan, bûye mijara terfîkirina dozgeran. Hefteyek berê 16 rojnamegerên kurd li Amedê hatin girtin. Serdozgerê Komarê yê Bismilê ku derheqê van rojnamegeran de lêpirsîn dabû destpêkirin, şandin Îzmîrê. Dadgerê ku biryara girtinê dayî jî ji Bismilê şandin Sakaryayê. Bi vekirî dibêjin ku dozger û dadgerên li gorî daxwazên me tevdigerin dê bên terfîkirin û yên din jî dê werin sirgûnkirin.”
 
QANÛNA DEZENFORMASYONÊ 
 
Bi domdarî Oluç bal kişand ser qanûna dezenformasyonê û ev tişt anî ziman: “Em dizanin bê ka çima ev qanûna sansûrê anîn.  Em bi qanûneke mezin a sansûrê re rû bi rû ne. Bi vê sansûrê dixwazin krîza di her qadê de veşêrin. Dixwazin dezenformasyonê bi dilrehetî bikin. Dixwazin tevahiya çapemeniyê, medyaya civakî û hwd. ji hêla navendekî bên birêvebirin. Dixwazin medyaya desthilatdariyê û trolên wan li her deverê serwer bin. Ev yek li dijî azadiya îfadeyê û mafên gerdûnî darbeyeke mezin e.”
 
‘TECRÎD SÛCEKÎ LI DIJÎ MORIVAHIYÊ YE’
 
Sarûhan Oluç, bi domdarî qala nîqaşên li ser HDP’ê tên meşandin kir û wiha bang kir: “Ev nêzî hefteyekê ye di bernameyên TV’an de bêyî ku HDP’iyek li wir hebe qala HDP’ê tê kirin. Gelemperiya wan jî agahiyên xeletin. Vê yekê ne tenê desthilatdarî lê yên ji xwe re dibêjin muxalefet jî heman tiştî dikin. Mijara behsa xeberê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ye. Em hem ji desthilatdariyê û hem jî ji muxalefetê dipirsin; gelo bêyî ku li nasnameya wî/wê binêrî, ma hevdîtina bi malbatê re mafê her kesekî nîne? Ma ev maf di hiqûqê de nîne? Baş e di qanûnekê de tê gotin ku girtiyekî 23 sal in di girtîgehê de nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike? Ez hem qala hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî dikim. Di kîjan xala hiqûqê de dibêje ku nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne? Di serî de CPT, saziyên din ên navneteweyî dibêjin ku tecrîd heye. Baş e ma tecrîd ne cureyekî îşkenceyê ye? Ma ev yek sepanekî li dijî mirovahiyê û derhiqûqî ye? Di esasê xwe de ev pirs bingeha tevahiya pirgirêkê ye.” 
 
BILA KESEK SPEKÛLASYONAN NEKE 
 
Oluç, axaftina xwe wiha qedand: “Heke hûn bibêjin binpêkirin û derhiqûqîtiyek heye, wê demê hûn neçarin ku derheqê mijarê de gotinên hiqûqî û mirovî bikin. Hûn neçarin ku pêşiya sepanên hiqûqê vekin. Ev gotinên min hem ji bo desthilatdariyê û hem jî bo muxalefetê ne. Daxwaza me gelek vekirî ye. Em dibêjin ku bila Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên siyasî yên li Îmraliyê tên ragirtin di zûtirin demê de bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Ev, mafê wan ê herî xwezayî ye. Bila kesek li ser vê mijarê spekûlasyonan neke. Bi taybet jî bo muxalefetê dibêjim; êdî dawiyekî li van spekûlasyonan bînin û li gorî hiqûqê tevbigerin. Mebesta me ew e ku bêhiqûqiya heyî bi dawî bikin.”