Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin

  • rojane
  • 15:45 28 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Şîna ji bo endamê HPG’ê Emrah Avci yê di sala 2017’an de li Çiyayê Cîlo jiyana xwe ji dest da hatiye danîn di pêşengtiya MEBYA-DER’ê de bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Ji bo endamê HPG’ê Emrah Avci (Şevger Germikî) ku di 26’ê adara 2017’an de li Çiyayê Cûdî yê navçeya Gever a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, malbata wî li navçeya Silopiya ya Şirnexê şîn danî. 
 
Di pêşengtiya Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Derguşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê şîna Avci bi girseyî hate ziyaretkirin.