TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin

  • rojane
  • 15:31 24 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - TMMOB û odeyên girêdayî wê yên li dijî biryara Doza Geziyê 60 roj in Nobeta Edaletê didomînin wiha gotin: “Em ji bo mafê xwe yê jiyanê biparêzin li vir in. Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin.”
 
Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û odeyên girêdayî wê, di meha duyemîn a Nobeta Edaletê ku li dijî biryara Doza Geziyê ya hatiye dayîn dane destpêkirin de li Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna pankarta “Tarîtî diçe Gezî dimîne, li dijî girtinên bihiqûqî em di nobeta edaletê de ne” hate vekirin de Seroka Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan axivî û banga bi dawî kirina bêhiqûqiyan kir. 
 
‘EM MAFÊ JIYANÊ DIPARÊZIN’
 
Sekreterê Şaxa Odeya Plansazên Bajêr ê Enqereyê Omer Dûrsûnustun jî wiha got: “Bi dozên desthilat li gorî serê xwe vedike, hevalên me tên darizandin. Ji ber ku desthilat di binkeya xwe de piştevaniyê nabîne, serî li bêhiqûqiyan dide. Em li cem hevalên xwe ne, heke sûcek hebe jî em sûcdaran dizanin, em ê nobeta xwe bidomînin.”
 
Dîlan Kirmizi ya li ser navê Şaxa Odeyan Endezyarên Nexşeyê ya Enqereyê axivî jî diyar kir ku ji bo mafê jiyanê diparêzin li cem hev in û wiha got: “Hem weke pîşeyekî civakî hem jî weke miroveke neçare li vî welatî bijî, em ji bo mafên xwe yên jiyanê biparêzin li vir in. Em ê parastina xwe bidomînin jî. 60 roj in nobeta me berdewam dike. Heta ku ev bêhiqûqî bi dawî bibe jî wê berxwedana me berdewam bike.Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr ê TMMOB’ê Seyît Alî Korkmaz jî bi lêv kir ku wê li dijî bêhiqûqiyên desthilatê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Sekretera Giştî ya Odeya Avahîsazan Tores Dînçoz a herî dawî axivî jî wiha got: “Tiştekî ku di Nobeta Edaletê de hatiye guhertin nîne. Bêhiqûqî li her derê heye. Em ne hiqûqnas in lê dizanin hiqûq çî ye. Hewldan Doza Geziyê bi hincetên vala bi Doza Çarşiyê ve girê bidin. Me serî li Dadgeha Qanûna Bilind da, em ê li benda encama wir bin. Em dibêjin ku em ê Nobeta Edaletê belavî her derê bikin. Em hemû li Geziyê bûn. Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin û em ê gotina xwe ya her tişt di holê de ye bidomînin.”