Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin

  • rojane
  • 13:34 24 Hezîran 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Girtiyên ku di 22'ê hezîranê de gardiyanan li Girtîgeha Tarsûsê li wan dabû sewqî girtîgeheke din hatin kirin. 
 
Girtiyên ku di 22'ê hezîranê de gardiyanan li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Tarsûsê li wan dabû sewqî girtîgeheke din hatin kirin. Gardiyanan, di saetên serê sibehê de bi ser qawişên li beşa T 2 de girtin û bêyî daxwaza wan girtiyan sewqî girtîgehên cuda kirin. Di nav girtiyan de Soncan Gedîk û Merwan Sûngûr hene. Navê girtiyên ku hatin sewqkirin û girtîgehên ku sewqî wan hatine kirine nehatin hînbûnn.