Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn

  • rojane
  • 13:30 24 Hezîran 2022
  • |
img
EDENE - Platforma Elewiyan a Edeneyê bi daxuyaniyekê kesên di Komkujiya Madimakê de hatine qetilkirin bi bîr anî. 
 
Platforma Elewiyan a Edeneyê li pêşiya Bîrdariya Aştiyê ya Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê bi daxuyaniyekê kesên di Komkujiya Madimakê de hatine qetilkirin bi bîr anî. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari, nûnerên partiyên siyasî, sendîka û komeleyan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Berdevkê Demê yê Platforma Elewiyan a Edeneyê Sitki Keskîn ve hate xwendin. Keskîn, anî ziman ku piştperdeyeke dîroka Komkujiya Madimakê heye û wiha got: “Me wê demê jî ev yek got û niha jî dibêjin. Em baş pê dizanin ku hêzên ev komkujî plan kirin ji bo pêkanîna komkujiyê bi hev re tevgeriyan. Ev komkujî, berhema zîhniyeta ku demokrasî, wekhevî, azadî û baweriyên civakê tune dihesibîne û hewl dide civakeke dijminê hev biafirîne ye.”
 
Bi domdarî Keskîn destnîşan kir ku ew komkujiyê ji bîr nakin û axaftina xwe wiha qedand: “Di 29’emîn salvegera komkujiyê de dê têkoşîna me ya li dijî emperyalîzm, faşîzm, nîjadperestî, paşverûtî, bêedaletî û xizantiyê berdewam bike.”