DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran

  • rojane
  • 13:05 24 Hezîran 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Ekîbên DEDAŞ'ê, li navçeya Dêrikê bi ser gundekê de girtin û bi hinceta deynê wan heye dest danîn ser trafoyên cotkaran. 
 
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, ekîbeke Şîrketa Belavkirina Ceyranê a Dîcleyê (DEDAŞ), bi leşkeran re bi ser gundê Endewlê de girtin û bi hinceta deynê wan heye dest danîn ser trafoyên cotkaran. Ekîbên DEDAŞ'ê trafoyên desteserkirî li wesayîtên barhilgirtinê siwar kirin û bi xwe re birin.