Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye

  • rojane
  • 09:05 24 Hezîran 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Derket holê qeyûmê Mêrdînê di belgeyên ji bo derxistina ji kar a 7 personelan de sixtekarî kiriye. Rêveberiya qeyûm derpêş kiriye ku yekeya "Koordînatoriya ewlehiyê" ya ewraqên fermî hazir dike tune ye. 
 
Di 17'ê mijdara 2016'an de gava qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, qeyûm bi sedan karker ji kar derxistibûn. Piştî vê gelek karkeran jî serî li dadgehê dabû û derbarê wan de biryara vegera ser kar hatibû dayîn. Doza hin karkeran jî hê didome. Lê belê di doza karkerekî de derket holê ku qeyûm sixtekarî kiriye. Karkerekî ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê de xebitiye û di Adara 2017'an de ji kar hatiye derxistin, ji bo cardin vegere ser karê xwe doz vekiriye, lê di di doza wî de derketiye holê ku rêvebiriya qeyûm di ewraqan de sixtekarî kiriye. Sixtekariya ku kifş bûye jî bi rapora pêzaniyê hatiye tespîtkirin. 
 
Piştî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin 7 karker di 8'ê Adara 2017'an de bi îdiaya "pir neçûne kar" ji kar hatine derxistin. Zabitnameya "bêdewamiyê" jî ji aliyê "Koordînatoriya Ewlehiyê" ya qeyûm Mûstafa Yaman ve hatiye çêkirin û ev yek ji bo derxistina ji kar wekî hincet hatiye nîşandan. 
 
Karkerekî jî diyar kiriye ku ew tim çûye kar û ji ber vê serî li dadgehê daye. Di dozê de rapora pêzaniyê hatiye amadekirin. Di rapora pêzaniyê de hatiye diyarkirin ku şaredarî di sala 2018'an de dest bi pergaleke nû kiriye û qeydên Pergala Kontrolkirina Personalan (PARKOTEK) hatiye vekolandin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku piştî lêkolînan derketiye holê ku personelê ku tê gotin di dîrokên navborî de neçûye kar, qeydên wî yên çûna kar hatine tespîtkirin. 
 
Dadgehê derbarê dozdar Emrûllah Karagoz de biryara vegera ser kar daye û Karagoz jî bi hinceta ku sixtekarî hatiye kirin giliyê rayedarên wê demê kiriye. Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî ji bo tespîtkirina kesên ku ew belge avakirin û peywira vê yekeyê jî ne tespîtkirina çûn û hatina kar a personelan e. Mehmet Y.'yê ku di zabitnameyan de navê wî wekî "Koordînatorê Ewlehiyê" derbas dibe jî parastiye ku wî ev zabitname amade nekirine. Lê derbarê Mehmet Y.'de destûra lêpirsînê hatiye dayîn. 
 
MA / Ahmet Kanbal