DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran 2022-06-24 13:05:35   MÊRDÎN - Ekîbên DEDAŞ'ê, li navçeya Dêrikê bi ser gundekê de girtin û bi hinceta deynê wan heye dest danîn ser trafoyên cotkaran.    Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, ekîbeke Şîrketa Belavkirina Ceyranê a Dîcleyê (DEDAŞ), bi leşkeran re bi ser gundê Endewlê de girtin û bi hinceta deynê wan heye dest danîn ser trafoyên cotkaran. Ekîbên DEDAŞ'ê trafoyên desteserkirî li wesayîtên barhilgirtinê siwar kirin û bi xwe re birin.