Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin

  • jin
  • 11:35 28 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îtîraza li dijî biryara neşopandinê ya têkildarî lêgerîna tazî ya li ser rojnamevanên jin hat kirin, red kir. 
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû di 29’ê cotmeha 2022’yan de hat girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan e. Her wiha nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî di heman dîrokê de hatibû girtin. Lêgerîna tazî li ser Altan, Ren û rojnamevanên din ên jin hatibû kirin. Giliyê vê lêgerîna tazî ya li ser rojnamevanan hat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilîkirinê bi biryara neşopandinê bi encam kir. 
 
Li dijî biryara neşopandina bo gilîkirina Altan serî li 2’yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hat xistin lê dadgeriyê îtîrazê red kir.