Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!

  • jin
  • 20:04 27 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Parêzerê Metîn Şengîlê ku Mîhrîban Alturkê qetil kir, parast ku êrişa li Alturk ne êrişeke kujende bûye, ji ber ku xwîn zêde jê çûye jiyana xwe ji dest daye. 
 
Linavçeya Qilebanê ya Şirnexê Metîn Şengîl, Mîhrîban (Berîvan) Alturkê ku dets ji wî berdabû, qetil kiribû û di 23'yê Nîsanê de hatibû girtin. Danişîna 2'yan a doza bi sûcê "kuştina bi qesdî" û "birîndarkirina bi qesdî ya bi çekê" li Şengîl hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê hat lidarxistin. Bersûc Şengîl tevlî danişînê bû. Her wiha Komîsyona Jinan a Baroya Şirnexê, Komeleya Pêşî Zarok û Jin, parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê û malbata Alturkê jî danişînê şopandin. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, guh li kiryar Metîn Şengîl hat kirin. ŞEngîl îfadeyên li hev dernayên dan û xwe parast. 
 
Meqama îdiayê jî xwest her sê telefonên aîdê Mîhrîban Alturkê û kiryar Şengîl bên vekolandin, di danişîna bê de şahid bên guhdarîkirin, kêmasiyên heyî bên temamkirin û biryara girtinê bidome. 
 
Piştî mutalaayê ji parêzerên Alturkê Fatmanûr Aksoyê anî ziman ku kiryar berê jî gelek caran bi mirinê gef li Alturkê xwarine û xwest bi awayekî herî giran bê cezakirin. 
 
Paşê ji Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Şirnexê Aycan Îrmez jî bilêv kir ku ew tevlî mutalaayê dibin û xwest heyeta dadgehê demildest biryarê bide. Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbatê û Civakê jî diyar kirin ku ew tevlî mutalaayê dibin û gotin demildest divê biryar bê dayîn. 
 
Fûat Tûrgût, parêzerê Metîn Şengîl jî xwest kuştina Alturkê rewa bike. Tûrgût parast ku êrişa li Alturk ne êrişeke kujende bûye, ji ber ku xwîn zêde jê çûye jiyana xwe ji dest daye. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku qeydên telefonê bên vekolandin û kêmasiyên heyî bên temamkirin û danişînê taloqî 17'ê Sibatê kir.