Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev

  • jin
  • 16:55 25 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Jinên ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li Navenda Giştî ya HDP’ê hatin ba hev. 
 
Jinên di avadaniyên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev. 
 
Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), HDP, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Navenda Giştî ya HDP’ê civîn li dar xistin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin û stratejiya hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê, rêbaz û polîtîkayên ku jin dê esas bigirin di civînê de hatin nîqaşkirin.