Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn

  • jin
  • 14:54 25 Çile 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Jina bi navê Muhbet C. li Taxa Bulak a Colemêrgê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo lêpirsîna têkildarî mirina Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn. 
 
Jina bi navê Muhbet C. duh li Taxa Bulak a Colemêrgê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo lêpirsîna têkildarî mirina Muhbet C., biryar nepeniyê hate dayîn. Muhbet C. duh di saetên êvarê de li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê C. ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî kar û barên otopsiyê bi dawî bûn, cenazeyê wê li Goristana Taxa Serê Solan hate definkirin. 
 
Hat zanîn ku Muhbet C. zewicî ye û dayika 2 zarokan e.