Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir

  • jin
  • 14:04 25 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Di danişîna ewil a doza qetilkirina Fîrdevs Babat de kujer Ahmet Babat îdia kir ku ewlehiya canê wî nîne û xwest ku doz li bajarekê din were lidarxistin. Dadgehê ji bo vê daxwazê ji Wezareta Dadê re muzekkere nivîsand. 
 
Jina ciwan a bi navê Fîrdevs Babat di 17’ê tebaxa 2022’yan de li bajarokê Sêgirkê yê Qileban a Şirnexê winda bûbû û cenazeyê wê rojek piştre di 18’ê tebaxê de li 15 km’an dûrî navçeyê, di Çemê Hezilê de hatibû dîtin. Derheqê kujerê wê Ahmet Babat de bi sedema “kuştina bi qesdî ya zarok” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. 
 
Parêzerên baroyên Amed û Dîlokê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê, parêzera Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, hevşaredarên bajêr, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, parêzera Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok Hediye Gokçe Baykal û malbata Fîrdevs Babat di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek xizmên Babat jî bi sedema ku cih tune ye, nekarîn bikevin eywana danişînê. 
 
DAXWAZA NEQILKIRINA DOZÊ 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Parêzerê kujer Ahmet Babat bi îdiaya “Ewlehiya canê min nîne” tev li danişînê nebû. Faîl Babat jî li girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS)  tev li danişînê bû. Di danişînê de piştî ewraqan, daxwaznameya faîl hate xwendin. Faîl Babat di daxwaznameya xwe de îdia kir ku “ewlehiya canê wî nîne” û xwest ku doza wî bidin bajarekê din. Faîl Babat, îdia kir ku parêzerê wî ji ber ewlehiyê nekarî tev li danişînê bibe û wiha got: “Ji ber ku tirsiyam lewma min ev bûyer li xwe girt. Ez dixwazim hûn dozê bidin bajarekê din.” 
 
Piştre jî dozger xwest ku ev daxwazname were qebûlkirin, dozê bidin bajarekê din û rewşa girtî ya faîl Babat bidome. 
 
MALBATA FÎRDEVS BABAT BERTEK NÎŞAN DA
 
Piştre bavê Fîrdevs Babat, Tamer Babat bertek nîşanî daxwaza veguhestina dozê li bajarekê din da û wiha got: “Em qebûl nakin. Xetere li ser canê tu kesî nîne. Yên ku ev bûyer pêk anîn ji xwe girtî ne. Ahmet Babat ev yek bi tena serê xwe nekir. Bila ev doz li vir were lidarxistin. Tu xetere li ser canê malbatên wan nîne. Heke dozê veguhêzin bajarekê din em ê tev li tu danişînan nebin.” 
 
Dayika Babat jî li dijî daxwaza veguhestina dozê derket. Xwişka Fîrdev Babat, Bîşeng Babat jî anî ziman ku ew dixwazin doz li bajêr bê lidarxistin. 
 
PARÊZERAN LI DIJÎ DAXWAZÊ ÎTÎRAZ KIRIN
 
Piştre jî parêzera malbatê Hediye Gokçe Baykal mafê axaftinê girt û wiha got: “Tiştên ku bersûc dibêje, gotinên şênber nînin. Ji ber ku sedemekî şênber tune ye. Em daxwaza dozger qebûl nakin.” 
 
Parêzera Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê jî diyar kir ku tev li mutalaayê nabin. Piştre jî parêzer Aycan Îrmez axivî û got ku dixwaze li ser navê Baroya Şirnexê tev li dozê bibe. Îrmez, bi domdarî wiha got: “Mexdûra esasî malbata Fîrdevsê ye. Nayê qebûlkirin ku bersûc daxwaza tiştekî wiha bike. Heke weke ku ew dibêje xetereyek hebûya, bi ser bûyerê re salek derbas bûye lê tiştek nebûye.” 
 
PARÊZERAN XWESTIN MUDAXIL BIBIN
 
Parêzerên OHD, Komeleya Jinan a Rosayê û baroyên Amed, Dîlok û Şirnexê jî gotin ku tev li daxwaza bersûc û dozger nabin û xwestin ku mudaxilî dozê bibin. 
 
DIRÛŞM TALOQÎ 11’Ê GULANÊ HATE KIRIN 
 
Piştî parastin û îfadeyan, şandeya dadgehê 5 deqe navber da danişînê. Piştre jî biryara xwe eşkere kir. Dadgehê tevî bertek û îtîrazan jî biryar da ku daxwaza dozger bi Wezareta Dadê re were nirxandin û biryara dawî were dayîn. Her wiha dadgehê biryar da ku li Ramazan Babat weke şahid were guhdarîkirin û di danişîna din de amade be. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya kujer Ahmet Babat bidome û danişîna dozê taloqî 11’ê gulanê kir. 
 
Şandeya dadgehê wiha got: “Heke doz li bajarekê neyê veguhestin dê di 11’ê gulanê saet di 11.00’an de li vê derê were lidarxistin.” 
 
'QADROYÊ JÎ BIDIN KUJER’ 
 
Bavê Fîrdevs Babat, Tamer Babat bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Veguhestina dozê ji bo Ahmet xelat e. Bila qadroya cerdevaniyê jî bidin Ahmet û ev kar bi dawî bibe.” 
 
Piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Parêzera dozê Hediye Gokçe Baykal di daxuyaniyê de wiha got: “Em ji bo edaletê li vê derê ne. Bersûc bi gotina ‘ewlehiya canê min nîne’ hewl dide xwe weke mexdûr nîşan bide. Em tev li biryara dadgehê nabin. Hêvdarim ku Wezareta Dadê biryar bide ku doz li vir were dîtin. Lê dosya biçe ku derê jî em ê bişopînin û dê ji bo Fîrdevsê li edaletê bigerin.” 
 
DNA YA 3’YEMÎN A KÊ YE?
 
Bav Tamer Babat jî berteka xwe wiha domand: “Hêviyên min têk çûn. Ez cara ewil duh çûm cihê bûyerê. Dixwazin li cihê bûyerê keşf bê kirin. Ev daxwaza min e. Gotin ku Fîdevs Babat li wir hate sekinandin heta çek anîn. Ev yek teqez derew e. Kesek li ser serê wê sekinî ye û yê din çûye çek aniye. Tekane daxwaza min a ji dewletê ew e ku li cihê bûyerê keşfê bikin û derxînin holê bê ka DNA ya 3’yemîn a kê ye.” 
 
DÊ TÊKOŞÎNA ME YA EDALETÊ BIDOME 
 
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî got ku dê têkoşîna wan a edaletê bidome. Her wiha Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî diyar kir ku cînayetên jinan polîtîk in û da zanîn ku dê heta dawiyê dozê bişopînin.