Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev 2023-01-25 16:55:41   ENQERE - Jinên ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li Navenda Giştî ya HDP’ê hatin ba hev.    Jinên di avadaniyên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev.    Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), HDP, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Navenda Giştî ya HDP’ê civîn li dar xistin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin û stratejiya hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê, rêbaz û polîtîkayên ku jin dê esas bigirin di civînê de hatin nîqaşkirin.