NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Halît Ermîş têkildarî hilbijartinên Iraqê nivîsand û got Iraq dîsa li ber qonaxeke biryardanê ye û got: “Ev pêvajo ne tenê bi hevsengiyên li Bexdayê, di heman demê de bi helwesta Tehran, Washington û Enqereyê ve girêdayî ye. Hilbijartin qediya, lê têkoşîna esasî niha destpê dike.”
Gelên Iraqê di 11’ê Mijdarê de çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Rojnameger Halît Ermîş ku li herêmê rojnamegeriyê dike, têkildarî encamên hilbijartinê ji ANF’ê re nivîsand.
Nivîsa Ermîş a bi sernavê “Li Iraqê lêgerîna dema nû: Encamên gengaz ên hilbijartinên 11'ê Mijdarê” wiha ye:
“Iraqê hilbijartinên parlamentoyê yên dema 6'emîn di 11'ê Mijdara 2025'an de pêk anî. Pêvajoya hilbijartinê di bin siya biryarên boykotê û fikarên ewlekariyê de derbas bû. Li gorî daxuyaniyên destpêkê yên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê rêjeya tevlibûnê derdora ji sedî 50 bû. Ev rêje di sala 2021'ê de ji sedî 43.5 bû. Rêjeya tevlibûnê ya li hilbijartinên dawî hinekî zêde bû be jî nîşan dide ku nîvê hilbijêran dengê xwe bi kar neanîne.
Li nava sîstemên netewe dewletê rêya tevlibûna herî yekser a li rêveberiya welêt hilbijartin e. Lê belê heke li welatekî nîvê gel dengê xwe bi kar nîne, ev yek nîşaneya herî şênber a bêbaweriya li pergala siyasî ye.
Encamên fermî hîn nehatine weşandin. Li gel vê yekê jî li gorî daneyên destpêkê û çavdêriyên li qadê, Çarçoveya Koordînasyona Şîa wê li seranserê welêt hêza tifaqê ya yekemîn be. Avabûna hikûmetê jî wê bi pêşengiya vê tifaqê be. Lê belê dîsa jî neçar e ku bi tifaqên cuda re hevkariyê bike.
Li eniya Sûnî jî Tifaqa Sûnî bi hin komên serbixwe re li gorî rêjeya dengê xwe û hejmara kursiyên bidestxistî dikarin bibin hêmaneke girîng a hevsengiya li parlamentoyê. Kurd ku bi rengekî parçebûyî tev li hilbijartinê bûn, dema ku weke blok bê nirxandin dikarin bibin hêzeke girîng, lê belê rewşa parçebûyî ya navbera wan dikare bike ku bandorê li pêvajoya avabûna hikûmetê nekin.
Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê hikûmet herî dereng di nava 120 rojî de divê ava bibe; heke di nava vê demê de lihevkirin nebe, pêvajo jinûve dikare bixitime. Hefteyên li pêşiya me wê pêvajoya avabûna hikûmetê hem diyar bike hem jî meylên siyasî yên li welêt aşkera bike.
HILBIJARTINA DI NAVA KRÎZAN DE
Hilbijartin di demeke welê de hate kirin ku krîzên xizmetê, pirsgirêkên aboriyê yên kûr û lawaziya sazîbûnê mohra xwe lê xist. Di dema hikûmeta Sûdanî de nîşaneyên aboriyê timî tevlihev xuya dikir. Li aliyê din zêdebûna rêjeya bêkariyê û pirsgirêkên ewlekariyê yên bê dawî, ji wan sedeman e ku eleqeya gel a ji bo siyasetê kêm dike.
Sîstema rêveberiyê ya Iraqê ku bi Destûra Bingehîn a 2005'an li gorî temsîla mezhebî û etnîkî ava bû, di nava salan de ji çandeke lihevkirinê ya demokratîk wêdetir veguherî hevrikiya li ser parvekirina hêzê. Nakokiyên navbera blokên Şîa, Sûnî û Kurdan bi xwe re parçebûneke avanî anî.
Kurdan di hilbijartinên 2024'an de bi giranî li herêmên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyeyê encamên xurt bi dest xistin. Partiyên Şîa li Necef, Kerbela, Basra û Bexdayê, partiyên Sûnî jî li Enbar, Nînowa û Selahaddîn encam wergirtin.
Li gorî komên piştî hilbijartinê nexşeya parvekirina dengan bi îxtîmaleke mezin wê bişibe ya hilbijartinên 2021'ê. Lê belê li eniya Şîa cudahiya herî balkêş ew bû ku Tevgera Muqteda El Sadr hilbijartin boykot kir. Dema ku encamên fermî aşkera bû, wê diyar bibe bê vê biryarê bandoreke çawa li rêjeya tevlibûnê kiriye.
Sadr bi hinceta ku sîstema riziyaye û nelirê ye, îdia kiribû ku pêvajo ‘rewa nîne.’ Tevgera Sadr ku tevli hilbijartinên 2021'ê bû û 73 kursî bi dest xist, li gel PDK û Tifaqa Taqaddûm a bi serkêşiya Mûhammed el Halbûsî hewl da hikûmetê ava bike, lê belê piştî ku ev hewldan bi ser neket, biryar da ku parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişîne.
BANDORA DERVE Û RAGEŞIYÊN HERÊMÎ
Iraq îro jî bûye navenda hevrvikiya hêzê ya herêmî. Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rê û rêbazên cuda hewl didin li ser welêt bi bandor bin. Îran bi rêya milîsên Şîa û partiyên siyasî hewl dide zemîna xwe ya bi bandor a li Iraqê biparêze, DYA jî ji bo bandora Îranê kêm bike polîtîkayê zexta dîplomatîk û leşkerî zêde dike.
Li gel têkoşîna hevsengiya hêzan tişta ku nayê guhertin, girîngiya stratejîk a Iraqê ye. Şerê Xezeyê yê sala 2023'yan destpê kir û şerê Îran-Îsraîlê yên 2024'an destpê kir, girîngiya jeopolîtîk a Iraqê careke din da pêş. Rêveberiya Washingtonê di vê demê de hewl da Iraqê careke din veguherîne hêmaneke stratejîk.
DYA ferz dike ku komên Heşdî Şabî bi artêşê bê entegrekirin, Îran jî vê gavê weke gefek li ser bandora xwe dibîne. Di payîza 2024'an de ku rageşî zêde bû, DYA'yê sê komên Asaib Ehlil Hak, Kataib Hizbullah û Harakat Nujaba yên ser bi Heşdî Şabî xist lîsteya terorê. Ev biryara DYA'yê bi qasî ku hişyariyek ji bo desthilatdariya Şîa ya li Iraqê her wiha hişyariyek ji bo Îranê ye. Îran jî li hemberî vê yekê bi zêdekirina peymanên leşkerî û aborî yên bi Bexdayê re gavên ji bo parastina xwe avêt. Desthilatdariya Sûdanî jî ku weke di mengeneyê de hate asêkirin, bi siyaseta hevsengiyê li ser piyan ma.
HEVSENGIYA HESAS A IRAQÊ
Ev hilbijartinên ku di navbera zextên hundir û derve de hate lidarxistin, wê aramiya sazîbûnê ya Iraqê bi ezmûneke nû re rû bi rû bihêle. Heke Çarçoveya Koordînasyonê bibe yekemîn wê nîşan bide ku partiyên Şîa yên nêzî Îranê hîn jî bi bandor in. Lê belê kêmaniya rêjeya dengan nîşaneyek bisînoriya vê bandorê ye. Li eniya Sûnî jî Tifaqa Taqaddum a bi lîderiya Mûhammed el Halbûsî bi taybetî li herêmên rojava hebûna xwe parast. Di siyaseta Kurd de jî hevrikiya PDK û YNK'ê dewam dike. Ev rewş nîşan dide ku pêvajoya avakirina hikûmetê wê demeke bazariyê be ku her blok girêdayî hev bin. Serokkomar, serokwezîrê nû, her wiha desteya wezîran wê vê hevsengiyê hefteyên bê diyar bibe.
TÊKILIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE
Hilbijartinên Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî ji nêz ve tê şopandin. Ji bo Enqereyê Iraq ji aliyê enerjiyê, ewlehiya sînor, polîtîkaya Kurd û hebûna Tirkmenan ve stratejîk e. Tirkiye bi taybetî statuya Kurdan ji bo doktrîna xwe ya ewlekariyê weke gef dibîne û bi rêya têkiliyên nêz ên bi Bexdayê re daniye dixwaze vê bandorê kêm bike. Xistina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên qedexekirî' ya li Iraqê, weke encamek ji vê siyasetê tê dîtin.
PAŞEROJEKE NEDIYAR
Hilbijartinên 11'ê Mijdarê nîşan dide ku lêgerîna aramiyê ya li Iraqê hîn bi encam nebûye. Li gel zêdebûneke kêm a li rêjeya tevlibûnê, baweriya gel a li siyasetê hîn lawaz e. Zêdebûna destwerdanên derve jî krîza rewabûna sîstemê kûrtir dike.
Diyar e ku li Iraqê tu hêz wê nikaribe bi serê xwe hikûmetê ava bike. Ev yek jî bazariyeke koalîsyonê ya dijwar û dirêj ferz dike.
Iraq careke din li ber qonaxeke biryardanê ye. Ev pêvajo ne tenê bi hevsengiyên li Bexdayê, di heman demê de bi helwesta Tehran, Washington û Enqereyê ve girêdayî ye. Hilbijartin qediya, lê têkoşîna esasî niha destpê dike.
Dawiya dawî Iraqê hilbijartinên xwe yên dema şeşemîn qedand; lê belê hîn dûrî wê yekê ye ku bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne. Bilindbûna kêm a rêjeya tevlibûnê hêviyek jî be, welat hîn jî ji vîzyoneke siyasî ya ku dawî li krîza bawerî û aramiyê bîne bêpar e.”
