Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne

  • rojane
  • 11:22 2 Mijdar 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Danîşîna ewil a doza êrişa li dijî Nûnertiya Evrenselê ya Îzmîrê ku di meha Tebaxê de hatibû kirin, dê sibe bê lidarxistin. Rojnamevan Eda Aktaşê got: “Sibe em li edliyeyê li benda hemû hêzên ked û demokrasiyê ne” û ji bo tevlibûna danişînê bang kir.

 
Li Tirkiyeyê êriş û tundiyên li dijî çapemeniyê ji mêj ve didomin. Apê Mûsa (Mûsa Anter), nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe û gelek rojnamevan di encama van êrişan de hatin qetilkirin. Di hefteyên borî de rojnamevan Hakan Tosun li Stenbolê di encama erişê de jiyana xwe ji dest da, pêşkêşvana nûçeyan a CAN TV'yê Ezgî Soysal, di encama êrişê de birîndar bû. Êrişa di 13’yê Tebaxê de li dijî Nûnertiya Evrenselê ya Îzmîrê jî yek ji van mînakên êrişên li dijî rojnameveniyê ye.
 
Danişîna ewil a doza êrişê dê di 3’yê Mijdarê de li 42’yemîn Dadgeha Cezayê Giştî ya Îzmîrê saet di 11.00’an de bê lidarxistin. Nûçegîhana rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê Eda Aktaş, bertek li dijî vekirina dozê ji ber “ziyana li mal” nîşan da û daxwaza bervirehkirina lêpirsînê kir. 
 
HEDEF ROJNAMEVANÎ YE  
 
Eda Ataşê, destnîşan kir ku hatiye îdiakirin ku faîl serxweş bûye û bi “zanebûn” êriş nekiriye û diyar kir ku ev îdia ne rast in û di dîmenan de jî diyar e û got: “Bi zanebûn hat êrişê rojnameya me kir. Ev yek di dîmenan de jî dixuye. Li gorî nêrîna me ev ne ‘ziyana li mal’ e, ji ber aciziya li dijî nûçe û weşanên me yên Evrenselê êriş hatiye kirin. Divê doz ne  ji ber ‘ziyana li mal’ bal ê ji ber êrişa li dijî rojnamevaniyê bihata vekirin.”
 
Eda Aktaşê, rave kir ku divê ev êriş wek “bêdengkirina kesên mixalif ji aliyê desthilat û hikûmetê” bê nirxandin û bibîr xist ku rojnamevanên ku hatine qetilkirin ji ber nûçeyan hatine qetilkirin. Eda Aktaşê, diyar kir ku ev hedefgirtin e û wiha pêde çû: “Tayînkirina qeyûm li ser TELE1’ê jî qonaxa hedefgirtinê ye. Divê ev wiha bê şîrovekirin. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên girtin û qetilkirin. Êriş ne ya ewil e û ne jî dê ya dawîn be. Em nivisîna nûçeyên xwe didomînin. Li ku têkoşîna karker, xespkirina heq hebe em ê li wir bin. Li ku derê jin û ciwan biaxivin em ê li wir bin. Dê nikaribin me bêdeng bikin. Ji ber ku vê yekê baş dizanin loma dixwazin bi çekan ve gefan li me bixwin.”
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ  
 
Eda Aktaşê, destnîşan kir ku divê li dijî êriş û tundiuyên li dijî Çapemeniya Azad têkoşîneke birêxistinkirî hebe û bal kişand ser girîngiya piştgiriya gel. Eda Aktaşê, bibîr xist ku dê sibe (duşem) danişîna ewil a doza êrişa rojnameya wan be û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li dijî van êrişan ya ku divê em bikin xwedîderketina li Çapemeniya Azad e. Em bangî hemû hêzên ked û demokrasiyê yên li vir dikin ku li Çapmeniya Azad xwedî derkevin. Roja duşemê danişîna me heye. Berî danişînê em ê li saet 10.00’an de li pêşiya edliyeyê bicivin û daxuyaniyê bidin. Em roja duşemê, li bende hêzên ked û demokrasiyê ne.”  
 
 

Sernavên din

16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN