Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn

  • rojane
  • 14:12 28 Çile 2023
  • |
img
AMED/ÊLIH -  Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amedê li aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebûbekir Denîz ên ku 2001 de li Silopiyayê hatine  windakirin, li Êlihê jî aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn.  
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakirayan di hefteya 729'an de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekîr Denîz ên ku di sala 2001'ê de çûn Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Silopiyayê û piştre careke din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn. 
 
Di destpêkê de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axivî. Guven anî ziman ku ji ber nasnameya kurdbûnê mirov hatin qetilkirin û windakirin û wiha got: “Sedema pirsgirêkên heyî jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtikayên zext, tundî û pişaftinê ku li dijî kurdan tê bikaranîn in. Di meha hezîranê de gelek rojnamegerên kurd hatin girtin. Lê piştî ku rojnameger hatin girtin tevî ku ew qas dem derbas bû jî derbarê wan de tu îdianame nehat amadekirin. Her wiha ji bo girtina wan tu delîlekî şênber jî tune ye lê rojnameger bi awayekî keyfî tên ragirtin. Em jî weke ÎHD dibêjin bila rojnameger demildest bên berdan. Sepanên girtine ji bo pêşî li sucan bê girtin heye lê mixabin wekî her car niha jî ew sepan ji bo serî tewandina rojnamegerên kurd tê bikaranîn.”
 
Guven, bi bîr xist ku têkildarî serokên 12 baroyên bajarên bakurê Kurdistanê ku derbarê êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî dan lêpirsîn hate vekirin û wiha berdewam kir: “Çend roj berê derbarê serokên baroyan de ji ber ku banga aştiyê kirin lêpirsîn dan destpêkirin. Ew baro jî hemû yên vê erdnîgariyê ne. Divê dev jî van sepanên ku rê li ber pêvçûnê vedike û pirsgirêkan çareser nake bê berdan û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareser kirin. Em dixwazin ku hemû windakirî bên dîtin û kûjerên nediyar bên dîtin û darizandin. Heta daxwazên me bi cih werin em dê çalakiya xwe bidomînin.”
 
FERMANDARÊ CENDERMEYAN GEF LI WAN XWARINE
 
Daxuyaniya vê heftê ji aliyê Cîgira Serokê ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin. Demîr diyar kir ku Serdar Taniş û hevalên wî xwestine li Silopî rexistina HADEP’ê ava bikin ji ber wê jî her tim rastî gefên Fermandarê Cendermeyan ê Şirnaxê Levent Ersoz hatine. Demîr anî ziman ku tevî zextan jî li Silopiyayê rêxistina HADEP’ê tê avakirin û wiha got: “Serdar Taniş jî dibe Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê, lê piştî vê zext hê zêde dibin. Fermandariya Cendermeyan a navçeya Silopî ji bo îfadeyê bang li Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê Ebûbekir Denîz dike. Ew jî diçin qereqolê û piştî wê rojê tu agahî ji wan nayên girtin.”
 
Demîr, destnîşan kir ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nehatiyê destpêkirin di sala 2015’an de dosya bi neşopandine encam girtiyê û wiha domand:  “Piştî vê serî li DMME’yê tê dayîn. DMME’yê piştî vê serlêdanê derbarê windakirina Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz de Tirkiye berpirsyar dît û mehkum kir.”
   
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Xizmên Windakiriyan û endamên ÎHD’ê li cadeya Gulîstan a Êlihê çalakiya xwe ya vê heftê li darxistin. Di çalakiyê de pankarta ku li ser, “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” dinivisî  û wêneyên kesên ku hatine windakirin hatin hilgirtin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Necdet Îpekyuz û rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî di çalakiyê de amadebûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû yê 17 salî hat pirsîn. 
 
Daxuyaniya vê heftê ji aliyê rêvebera ÎHD ya Êlihê Gulbahar Kaya ve hat xwendin.  Kaya, bi lêv kir ku di 31’ê çileya 1995’an de li mezraya Zediya navçeya Hezo ya Êlihê lêşker, tîmên taybet û cerdevanên gund jî di nav de bi panzeran di ser mala  Mehmet Şîrîn Maltû (17) de girtine û heta seat 04.00’an îşkence li Maltû kirine. Kaya, anî ziman ku piştî îşkenceyan Maltû bi wesayitekê tê birin û axaftina xwe wiha domand: “Roja din saet di 12.00’an de dest û lingên wî giredane û anîne gund.  Di îşkenceyê de ji Maltû xwestine ku ji wan re cihe çek û wargehên PKK’ê bêje. Tevî ku Maltû gotiye ez nizanim jî îşkenceyê berdewam kiriye. Pişt re lêşker careke din wî dibin û edî agahî ji wî nayê standin. Tevî serlêdanan jî malbat nikare encamekê bi dest bixe.”
 
‘BILA GORA ZAROKÊ MIN JÎ HEBE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Kaya, gotinên dayika Maltû Sabriye Maltû bi bîr xist û axaftina xwe bi gotinên dayik Sabriye Maltû bi dawî kir: “Ez dixwazim hîn bikim ku çi bi serê zarokê min hatiye. Bila gora zarokê min jî hebe ku ez bikarim li ser duayan bikim. Bila yên ku ew zilm li me kirine hesap bidin. Aştî û edaletê dixwazim. Bila tu dayikek êşa zarokê xwe nekişîne.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştine bi dawî bû.
 

Sernavên din

25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye! | HATE NÛKIRIN
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn