Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne

  • rojane
  • 11:09 24 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê ku bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin diyar kir ku bi vê neheqiyê re rojnamevanên kurd hedef hatine nîşandan û got: “Me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin û mixabin em hê jî nizanin.” 
 
Nerazîbûna li dijî girtina 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê berdewam dike. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin, bi rêya parêzerê ji Rojnameya Evrenselê re axivî û qala bêhiqûqiya ku bi serê wan ve hatiye kir.
 
Altan anî ziman ku li gel ku rewşek wan a reva ji bo lêpirsînê tune ye jî lê serî li rêbaza bi ser ve girtina mala wî hatiye xistin û got: “Li malên me lêgerîn pêk hatin. Divê ez vê tişta balkêş bejim: Li malê tu tiştek bibe mijara sûc nehat dîtin, ji xwe ne mimkin e were dîtin jî. Bêguman bivê nevêya serdegirtina malan desteserkirina telefonê ye. Telefona min desteser kirin. Çend CD ku haya min jî jê nebû û wêne têde bûn, hatin desteserkirin. Bêguman pêvajoya dirêj a binçavkirinê dest pê kir. Min dît ku me rojnamevanan bi komî binçav kirine. Her wiha li ser dosyeya me biryara veşarî heye. Me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin û mixabin hê jî em nizanin.” 
 
‘PIŞTGIRIYA HEVPÎŞEYAN BO ME SERBILINDÎ YE’ 
 
Altan diyar kir ku di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab nehatine û wiha got: “Helwestên kefî û dijminane yên hin polîsan, dikir ku em aciz bibin. Bi saya parêzerên xwe em ji geşedanên rojane agahdar bûn û helbet li derve jî piştgiriyeke mezin ji me re hat kirin. Her çend hin rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê xwedî helwestek şermok bin jî, lê me dizanibû ku hevpîşeyên me li ba me ne û vê yekê jî me serbilind dikir.” 
 
19 SAET LI EDLIYEYÊ HATINE RAWESTANDIN 
 
Altan derbarê binçavkirina wan a dirêj de jî wiha axivî: “Ji tevdîrek wêdetir, tam veguherîbû îşkenceyê û cezakirinê. Dema binçavkirina normal ne bes bû çar rojên din jî lê zêde kirin. Bi dirêjkirina dema binçavkirinê re me fêm kir ku dixwazin me ji pîşeya ku em jê hez dikin dûr bikin. 8 rojan bi awayek nehiqûqî me di binçavan de hiştin. Roja me birin edliyeyê, êdî ji şerma û nerazîbûnan kelemçeyên di destê me de derxistin. Bêguman ev yek wek qendiyekî pêşkêş kirin. Em tam 19 saet li wê navenda bêhiqûqê ku me da girtin, hatin rawestandin. Li cihê ku divê edalet were belavkirin lê mixabin bi mîzansenekê biryara girtina me hat dayîn.”
 
'DIXWAZIN KU XEBATÊN ME ROJNAMEVANIYÊ BIDARIZÎNIN’ 
 
Altan anî ziman ku haya wan jê heye ku ji ber ku li midûriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne, jêpirsîna dê demek dirêj bidome, pêvajoya girtinê jî bi van gotinan vegot: “Lê belê dozger bi israr daxwaza girtinê kir. Ji bo 'derveyî qanûnê' ev dem hîn zêdetir dirêj kir. Senaryoyek, plansaziyek ji bo dadbarkirina me hatibû amadekirin û hewl didan ku me bikin parçeyek ji wê. Lê belê, ev mîzansena wan nediçû serî. Em rojnameger bûn û xebatên me yên rojnamegeriyê hatin darizandin. Dixwestin ku ramanan carek din mehkûm bikin. Hat xwestin ku li dehan rojnamevanên girtî, rojnamevanên nû bên zêdekirin. Di rastiyê de ew çêbû. 16 rojnamegerên ku xebatên çapemeniyê dikirin hatin girtin.”
 
‘ARMANC EW E KU ME BÊDENG BIKIN’ 
 
Altan destnîşan kir ku ji ber li ser dosyeyê biryara veşarî heye tu haya wan ji naveroka wê nîne û lewma nikarin nirxandinek hiqûqî bikin û got: “Lê em vê bêjin tenê armancek vê girtina me heye, ku em bêdeng bibin û ji kar û xebatên xwe dûr bikevin da ku em nûçeyan ji gel re ranegihînin. Tenê bi girtina me re çavê wan têr nebû, her wiha kargehên me hatin dorpêçkirin û hê jî di çavdêriya polîsan de ye.” 
 
ROJNAMEVANÊN KURD DIKIN HEDEF 
 
Altan da zanîn ku rojnameya Xwebûnê ya heftane ya bi kurdî ji aliyê polîsan ve hat xwestin ku nikaribe weşanê bike, her tiştên wê hatin serûbinkirin û wiha got: “Li vir her çendî bi giştî rojnamevanî bibe hedef jî, lê bi taybet dixwazin rojnamevanên kurd bên bêdengkirin. Tişta ku li rojnameya Xwebûnê hat kirin, vê yekê baş nîşan dide.” 
 
ALTAN BANG KIR 
 
Altan diyar kir ku kiryarên derqanûnî dê wan bêdeng nekin û wiha bang li hevpîşeyên xwe û raya giştî kir: “Em li ku bin jî em ê rastiyan binivisînin, xêz bikin, vebêjin û nîşan bidin. Em nebin jî teqez dê şopdarên me hebin. Çapemeniya azad wê her wan aciz bike. Bêguman, em dikarin vê yekê bi mezinkirina hevgirtinê pêk bînin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe û saziyên çapemeniyê yên pîşeyî dikin ku dengê xwe bi dengekî bilind derxin. Her wiha em spasiya hemû kesên ku piştgirî dane me dikin. Ji bîr nekin, rojnamegerî ne sûc e.”
 
 

Sernavên din

16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin