Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin

  • rojane
  • 10:44 24 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Gulistan Tara diyar kir ku Tirkiye di êrişa xwe ya li dijî Zapê de xitimî ye, şikestineke mezin dixwe û wiha got: “Di demekî ber bi hilbijartinan ve de AKP-MHP dixwazin çîrokeke serkeftinê binivîsin.” 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Ji 17’ê nîsanê heta niha li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên dijwar dike lê belê heta niha pêşketinek bi dest nexistiye. Di vê navberê de li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Şengalê bi Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) êrişên sûîqestê dike. Li gorî rapora Buroya CPT’yê ya Herêma Kurdistanê; ji sala 2015’an heta niha di encama êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de herî kêm 109 kes hatine qetilkirin. Di encama êrişan de her wiha 150 gund bi temamî hatin valakirin û 648 gund jî bi valakirinê re rû bi rû ne. 
 
Rojnameger Gulistan Tara ku li Herêma Federal a Kurdistanê dijî, da zanîn ku Tirkiye dixwaze li Herêma Federal a Kurdistanê projeya bi navê “kembera reş” ava bike û têkildarî van hewldanên Tirkiyeyê axivî. 
 
XEYALA OSMANÎ
 
Gulistan Tara anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê raste rast hebûna gelê kurd hedef digirin û wiha got: “Sedsala Peymana Lozanê di sala 2023’yan de xelas dibe û Tirkiye dixwaze di vê salê de qirkirina kurdan temam bike. Hewl dide tevahiya xaka Kurdistanê tevli xaka xwe bike. Êrişên wê yên di vê çarçoveyê de jî berdewam in. Niha dixwaze kurdên li Bakur, Başûr û Rojava tune bike û demografyaya herêmê biguherîne. Ji teknîkên şerê taybet heta yên weke sîxûrtiyê û heta hêzên paramîlîter ên li Sûriyeyê perwerde kirine, êrişên piralî pêk tîne.” 
 
‘ARMANC BIDESTXISTINA KURDISTANÊ YE’
 
Bi domdarî Tara diyar kir ku mebesta Tirkiyeyê ya ji êrişan ew e ku Herêma Federal a Kurdistanê bi dest bixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xeleka herî zeîf a plana wan, başûrê Kurdistanê ye. Hem ji ber erdnîgariyê û hem jî ji ber nokerên wan ên li herêmê karê wan gelek hêsantir dibe. Lewma dagirkeriya wan ji ewil li wir dest pê kir û vê yekê jî bi destê PDK’ê dike. Heke Tirkiye bikare başûrê Kurdistanê dagir bike, ji gelek hêlan ve dê miraza wê hasil bibe. Li ser Avaşîn, Metîna û Zapê dixwazin Şengal, Mûsil û Kerkûkê bi dest bixin. Tirkiye hewl dide li Rojhilata Navîn dîsa Împaratoriya Osmanî ava bike.” 
 
‘PLANA KEMBERA REŞ’
 
Di berdewamê de Tara da zanîn ku êrişên heyî tenê bi başûrê Kurdistanê re bisînor nînin û wiha domand: “Her wiha bi vê mebestê waliyan tayînî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anku Efrîn û Girê Spî dike. Tirkiye bikeve kîjan herêmê ji ewil demografyaya wê herêmê diguherîne. Waliyan tayînî cihên dagirkirî dike û li wir dibistanan vedike. Kurdên li wan herêman koçber dike û ereban lê serdest dike. Mîna ‘Kembera ereban’ a di dema rejîma Baas de dihat ceribandin, ew jî niha hewl didin ‘kembera reş’ ava bikin. Li van herêmên navborî DAIŞ’ê û kesên girêdayî xwe lê birêxistin dike. Heke bikare bi ser keve, dê li ser Şengalê derbasî Hesekê bibe û tevahiya van herêman dagir bike û komên girêdayî xwe lê bicih bike.” 
 
ÊRIŞÊN PIRALÎ
 
Rojnameger Tara destnîşan kir ku Tirkiye êrişên piralî dike û wiha derbirî: “Hewl dide bajarên weke Dihok, Zaxo û Hewlêrê bişibîne bajarên tirkan. Hêj niha ve gelek kargeh û dibistanên wan li Başûr hene. Dixwaze hem ji hêla çandî û hem jî ji hêla fîzîkî û zîhnî ve wan deveran dagir bike û bişibîne xwe. Armanca wan a ji êrişên li dijî Başûr tenê ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê nîne. Her wiha dixwaze Başûr dagir bike. Amûrên şerê taybet bi kar tînin. Ji bo rizandina civakê jî gelek hewl didin. Kurdên li dijî dagirkeriyê hedef digire. Ji ber ku ne Tirkiye û ne jî PDK’ê naxwazin têkoşîneke civakî li Başûr çêbibe. Bi dehan girtiyên behdînî hene. Her wiha bi dehan rojnamegerên muxalîf ên girtî hene. Kurdên azadîxwaz hedef digirinb. Hemû kesên li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê derdikevin dibin hedefa her du aliyan.” 
 
PDK BÛYE KOPIYA AKP-MHP’Ê
 
Tara, got ku êrişên hewayî di sala 2017’an de bi taybet jî li Şengalê dest pê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev êriş niha li seranserî Başûr belav bûne. PDK hewl dide herêmê entegreyî Tirkiyeyê bike. Tirkiye çawa ku bûye girtîgeha gelan, hewl didin li Başûr bi destê PDK’ê jî pergaleke faşîst ava bikin. Ji bo tirsandina muxalîfan hewl didin împaratoriyeke tirsê ava bikin. Suîqest, girtin, gef, zextên sîxûrtiyê û êrişên psîkolojîk tevek jî bi vê mebestê tên kirin. Bi vê yekê re dixwazin yekitiya kurdan tune bikin û pêşî li têkoşîneke hevpar bigirin. Tirkiye niha li Zapê xitimî ye û şikestineke mezin dixwe. Di demekî ber bi hilbijartinê ve AKP-MHP dixwazin çîrokeke serkeftinê bi dest bixin. Bi vê yekê re dixwaze pirsgirêkên navxweyî binixûme. Lewma êrişên xwe dijwartir dike. Êrişên Tirkiyeyê û çekên kîmyewî yên bi kar tîne di qada navneteweyî de sûc in. Divê kurdên li her çar parçeyan li dijî vê dengê xwe derxînin.” 
 

Sernavên din

11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin | YENİLENDİ
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê