Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike

  • rojane
  • 09:03 24 Hezîran 2022
  • |
ŞIRNEX - Meryem Ataman a 65 salî, dayika girtî Hîkmet Ataman ê du caran cezayê muebbedê lê hatiye birîn, 37 salên temenê kurê xwe li nava albûman bi keys kiriye û bi vî awayî bêrîkirina xwe ditebitîne. 
 
Meryem Ataman a 65 salî wêneyên kurê xwe Hîkmet Ataman (37) ê girtî yên ji zarokatiyê heta niha di nava albûmekê de kom kirine û bi vê yekê hesreta di dilê xwe de bi wêneyên wî aş dike. Di albumê de ku dayik Ataman ew amade kiriye, 500 wêne hene. 
 
 
RÊWÎTIYA BER BI GIRTÎGEHAN VE
 
Meryem Ataman, her roj li wêneyên kurê xwe yên ji zarokatiyê heya niha dinêre û bi vî awayî bêrîkirina xwe ditebitîne. 
 
Dayik Ataman anî ziman ku wê tu carî wê roja ku kurê wê hatiye girtin ji bîr neke û wiha behsa wê rojê kir: "Kurê min dema ku ewil hat girtin 9 salan di girtîgehê de ma. Salek û 2 mehan ma û piştre dîsa hat girtin. Hatin bi ser mala me de girtin. Wê rojê em gelek aciz kirin. Kurê min li vir 8 rojan di binçavan de hiştin. Piştre ew birin Şirnexê û ji wir jî bi balafirê birin Ordûyê. Kurê min 6 salan di Girtîgeha Orduyê de ma. Ev 3 meh in ew birine Erziromê. Ji roja ku ew birine Erziromê heta niha di hucreyê de ye. Ev 3 meh û 20 roj in jî di hucreyê de ye. Ev 3 sal û 2 meh in min ew nedîtiye. Gelek qels bûye. Kurê min bêsûc bû û tu gunehên wî nebûn. Kurê min bi bêbextiyan hat girtin."
 
EMRÊ KURÊ XWE YÊ 37 SALAN JI WÊNEYAN KIR ALBÛM 
 
Ataman bilêv kir ku bêrîkirina xwe ya bo kurê xwe bi wêneyên wî aş dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min ev albûm ji bo xwe çêkiriye. Min wêneyên wî yên ji dema dibistanê heya niha veşartibûn. Ez pir ji vî kurê xwe hez dikim. Min pir ji vî kurê xwe pir hez dikir. Lewma min ji wê çaxê heya niha wêneyên wî hilanîne. Ev hemû wêneyên wî ne. Min wêneyên wî ji zarokatiyê heya niha kom kirine û ew kirine albûm. Ji bilî vê albûmê sê albûmên din jî hene. Wêneyên wî jî pîranî yên girtîgehê ne. Ez nava rojê 2 caran li wêneyên wî dinêrim. Bêhna min dertê. Ez bi çîroka her wêneyekê wî dizanim. Hemû bîranînên wî li ber çavên min in. Her cara ez diçim cem wî ileh gere pê re wêneyekî bigirim. Wan wêneyan tînim û dikim albûmê. Em dayik in, kezeba me dişewite. Êşa dayikan pir e. Heke sûcê wan hebûya ez ê neêşiyama û min ê bigota 'gunehê wî heye û avêtin girtîgehê.' Cara ewil 9 salan di girtîgehê de ma. Porê wî spî bûye û kal bûye. Em dixwazin çareseriyek çêbibe. Em dayik aşitiyê dixwazin."
 
'QET JI BÎRA MIN NAÇE'
 
Ataman destnîşan kir ku bawer dike ku dê kurê wê rojekê ji girtîgehê derkeve û got: "Ji lew re tu sûcekî kurê min tune ye. Tu sûcê wî nîn e ku ev qasî ceza danê. Hêviya min heye ku wê ev cezayö wi xera bibe. Heke sûcê wî hebûna wê hêviya min tune bûye ku rojekê derkeve. Lê sûcê wî tune ye. Kurê min ciwan bû, berxê zozana bû. Ji zozanan pir hez dikir. Dema ku diçû zozanan pir kêfxweş dibû. Her digot, 'Axa me pîroz e.' Ez her şev belkî deh caran serê xzwe radikim û her carê ew roja roja ku kurê min hat binçavkirin tê berçavê min. Kurê min qet ji bîra min naçe. Ez biçim şahiyekç li ber çavê min e, ez biçim şînekê li ber çavê min e. Kezeba me dayik wek hev dişewite. Bila bes dayik bigirîn. Bila deriyê van zindanan bê vekirin. Kurê min wê 90 salan di girtîgehê de bimîne. Em nabînin." 
 
HÎKMET ATAMAN
 
Hîkmet Ataman ê 37 salî yê ji navçeya Elkê ya Şirnexê, di sala 2005'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 9 sal ceza lê hatiye birîn. Di vê pêvajoyê de Ataman li Amed, Şirnex, Gîresûn û Trabzonê di girtîgehan de maye. Ataman piştî 9 salên girtîgehê hatiye berdan û xebatên xwe yên siyasî ji cihê mayî domandiye û bûye Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan. Lê di sala 2015'an de eskeran avêtiye ser mala Ataman û ew bi îşkence û tahdeyê binçav kirine. Paşê bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatiye girtin û 2 caran cezayê muebeda giran û 20 sal ceza lê hatiye birîn. Piştî 5 salên li Girtîgeha Ordûyê Ataman sewqî Erziromê hatiye kirin. 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e