Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya 2025-12-26 09:04:33   NAVENDA NÛÇEYAN- Di tevahiya salê de, Kurd û hevalbendên wan, li Ewropayê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li ser pêyan bûn. Gelek rewşenbîr û nivîskar ên xwedî Xelata Nobelê jî di nav de, ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin.   Têkoşîna li welatên Ewropayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî îsal bênavber berdewam kir. Rojeva Kurdan û hevalbendên wan kampanyaya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" bû ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatibû destpêkirin û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdulla Ocalan a 27'ê Sibatê bû. Bi sedan çalakiyên ku di çarçoveya van rojevan de hatin lidarxistin, bi mîlyonan kes anîn cem hev.   ÇALAKIYA CINEVÊ DI SALA 4'EMÎN DE YE   Çalakiya ku di 25'ê Çileya 2021'ê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dest pê kir û her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cinevê ya Swîsreyê hat lidarxistin, di tevahiya salê de berdewam kir. Beşdarên ji derdorên cuda daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan kirin û êrişên li ser Kurdan, bi taybetî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, protesto kirin.   NOBETA AZADIYÊ   Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li Strasbourg a Fransayê, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan de dest pê kir, îsal jî berdewam kir. Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn bi komî beşdarî çalakiyê bûn.   KESÊN LI PARÎSÊ HATIN QETILKIRIN HATIN BIBÎRANÎN   Di 11'ê Çileyê de, li Parîsê, paytexta Fransayê, bi pêşengiya TJK-E'yê de, ji bo Sakine Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku di sala 2013'an de hatin qetilkirin û Emine Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022'yan de hatin qetilkirin meşek hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes li Qada Gare du Nordê kom bûn û ber bi meydana Republique ve meşiyan. Ev peyama hat dayîn: "Em ê bi meşa li pişt Abdullah Ocalan encamê bigirin."   JI BO TIŞRÎNÊ ÇALAKÎ   Di 17'ê Çileyê de, êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê li dijî kesên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê nobedê li dar dixistin, li bajarên Fransa û Swîsreyê bi xwepêşandanên girseyî hatin pêşwazîkirin.   MEŞA DIRÊJ A 26 ROJAN   Di 21'ê Çileyê de, di çarçoveya kampanyaya ku di 10'ê Cotmeha 2023y'an de hatibû destpêkirin de, "meşeke dirêj" hat lidarxistin. Meşa ku 26 rojan dom kir, 26 nûner ji 26 bajaran beşdar bûn ku sembola tecrîda 26 salan a Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bû. Meş bi têkiliyên dîplomatîk li Lorient a Fransayê dest pê kir û di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) lê ye, bi mîtîngekê bi dawî bû. Bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.   NAME JI BI KOMÎTEYA WEZÎRAN   Di 21'ê Çileyê de, Canditat d'Unitat Popular-Defensem la Terra (Yekîtiya Gel-Em Axa Xwe Biparêzin), tevgereke siyasî ya çalak li Katalonyayê ku komeke parlamentoyê heye û EHBildu (Yekîtiya ji bo Welatê Baskê) ku yek ji tevgerên siyasî yên herî bibandor li Welatê Baskê ye, nameyek ji Xavier Bettel, Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û endamên komîteyê re şandin û daxwaza serbestberdana Abdullah Ocalan kirin.   Di 29'ê Çileyê de, 66 kesan, di nav de akademîsyen, rojnamevan, parlamenter, parêzer, nivîskar, sendîkavan, karsaz û çalakvanên mafên mirovan, hemû endamên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê li Brîtanyayê, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran Xavier Bettel re nivîsandin û daxwaza serbestberdana Abdullah Ocalan kirin.   Di 10'ê Sibatê de, 115 kesan li Almanyayê ji Serokê Komîteyê Xavier Bettel re nivîsandin û daxwaza serbestberdana Abdullah Ocalan kirin.   Di 20'ê Sibatê de, 56 kesên Îtalî û 26 rêxistinan nameyek ji Xavier Bettel re şandin û jê xwestin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi berpirsiyarî tevbigere.    ÇALAKIYA ENTERNASYONALÎST   Ciwanên Kurd û enternasyonalîst di 9'ê Sibatê de li Heilbronn a Almanya kom bûn û dest bi meşekê kirin. Meş li Ludwigsburg, Stuttgart, Offenburg û Freiburg im Breisgau berdewam kir û di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê bi mîtîngekê bi dawî bû.   Di 13'ê Sibatê de, li ber Şaredariya Martigues a Fransayê meşeke sê rojî dest pê kir. Ev meş ku armanca wê protestokirina hewldana darbeya 15'ê Sibatê bû, ji bajarên derdorê gelek kes beşdar bûn. Di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê bi mîtîngekê bi dawî bû.   PROTESTOYÊN 15'Ê SIBATÊ   Di salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan de, li ser banga Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê, girseyek li ber Dalston Junction li London, paytexta Îngilîstanê kom bû da ku mîtîng û meşekê li dar bixe. Di 15'ê Sibatê de li Bordeaux û Kopenhagenê jî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Enternasyonalîst û saziyên demokratîk jî beşdarî van çalakiyan bûn. Pankartên bi nivîsa "Azadî ji bo Ocalan, Statu ji bo Kurdistanê" hatin vekirin. Ya herî balkêş ji çalakiyên 15'ê Sibatê mîtînga li Strasbourgê bû ku bi "Meşa Dirêj" a 26 rojî hat lidarxistin.    BANDORÊN BANGA 27'Ê SIBATÊ   Banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê li Tirkiye û Kurdistanê û her wiha li hemû welatên Ewropayê dengekî mezin veda. Hevserokê Partiya Çep a Alman (Die Linke) Jan van Aken bang li hikûmeta Almanyayê kir ku gavên berbiçav bavêje da ku piştgiriyê bide aştiyê li Tirkiyeyê û got ku azadiya Abdullah Ocalan jî di nav de banga gavên bebriçav kir.    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got: "Em vê pêşketina girîng pêşwazî dikin. Ew tîrêjeke hêviyê ye ku dikare bibe sedema çareserkirina pevçûneke demdirêj."   Raportorê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Tirkiyeyê, Nacho Sanchez Amor, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan xala destpêkê ya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd.   Komek ji endamên Parlamentoya Ewropayê, di daxuyaniya "Banga Piştgiriya Aştî û Demokrasiyê li Tirkiyeyê" de, got: "Tiştê ku niha divê were kirin ev e ku şert û mercên siyasî û qanûnî ji bo ku aştî û demokrasî bibin rastî werin afirandin."   Parlamentera Partiya Keskan a Awustralyayê Cate Faehrmann, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li Parlamentoya Eyaleta New South Wales (NSW) anî rojevê û piştgiriya xwe ya ji bo banga dîrokî nîşan da.   Fîlozofê navdar ê cîhanê Slavoj Zizek, di gotareke xwe de got: "Girêdayî hikûmeta Tirk e ku wê çi ji fesixkirina PKK'ê derkeve. Gelo wê vê pêşniyazê bi jesteke jidil hembêz bike? Di vê mijarê de pêdivî bi zexteke navneteweyî ya bihêz li ser Tirkiyeyê heye û erkê me ye ku em beşdarî vê zextê bibin."   PÊŞNIYAZA JI BO XELATA AŞTIYÊ YA NOBELÊ   4'ê Adarê: Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvana mafên mirovan Jody Williamsê diyar kir ku hewldanên Abdullah Ocalan ji bo aştiyê îlhambexş in û ew dikare bibe namzetê Xelata Aştiyê ya Nobelê.   14'ê Adarê: Bajarê Bologna yê Îtalyayê biryar da ku hemwelatîbûna rûmetê bide Abdullah Ocalan. Sertîfîkaya hemwelatîbûna rûmetê di 14'ê Nîsanê de pêşkêşî Omer Ocalan, Parlamenterê Parlamentoya Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) hat kirin.   LI EWROPAYÊ LI 100 NAVENDÎ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ   Li Ewropayê, pîrozbahiyên Newrozê li herî kêm 100 cihan, bi giranî li Îtalya, Almanya, Fransa, Swîsre û Îngilîstanê, bi dirûşmeyên "Rêbertiya azad, Kurdistana azad" û "Rêber Apo azad bikin, xwe ji nû ve birêxistin bikin" de hatin lidarxistin. Pîrozbahiya dawî ya Newrozê di 29'ê Adarê de li Frankfurta Almanyayê pêk hat. Bi sed hezaran kes beşdarî Cejna Newrozê ya Frankfurtê bûn ku ev yek ji pîrozbahiyên herî qerebalix ên salê bû.   JI JINAN ÇALAKIYÊN 4'Ê NÎSANÊ   Di çarçoveya pîrozbahiyên ji bo rojbûna Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de li Ewropayê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li Hannover a Almanyayê, bi pêşengiya jinên Kurd mîtîngek hat lidarxistin.   Di 10'ê Nîsanê de, li Berlîna paytexta Almanyayê, Kurd û alîgirên wan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan. Bi sedan kes li Berlînê li ber Deriyê Brandenburg kom bûn û ber bi avahiya Şansolyeyê ve meşiyan.   KONFERANSA NAVNETEWEYÎ YA LI ÎTALYAYÊ   Di 11'ê Nîsanê de, "Konferansa Navneteweyî ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Pirsgirêka Kurd" ku ji hêla zêdetirî 300 kesan ji welatên cuda ve hat piştgirîkirin, li paytexta Îtalyayê Romayê hat lidarxistin. Konferans ku ji hêla Konfederasyona Karkerên Îtalyayê (CGIL) ve hat lidarxistin, du rojan dom kir.   PIRTÛKA OCALAN LI SWÊDÎ HAT WERGERANDIN   Berga yekem a a pirtûka pênc bergan a Abdullah Ocalan, ku ji parastinên wî yên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk pêk tê, bi sernavê "Koka Şaristaniyê" li Swêdî hat wergerandin. Werger ji hêla Rojavakommittéerna (Komîteya Rojava) ve hat kirin û pirtûk di navbera 12-14'ê Nîsanê de li bajarên Swêdê Malmö û Stockholmê û bajarê Göteborg ê Almanyayê hat danasandin. Wergera Yewnanî ya pirtûka Abdullah Ocalan, "Sosyolojiya Azadiyê", jî li Atînayê hat nasandin.   DIYALOGÊN BI JIYANA AZAD RE   Di çarçoveya kampanyaya "azadiyê" de, TJK-E li gelek navendên Ewropayê bi dirûşmeya "Diyalog bi Rêbertiyê re û Jiyana Azad" çalakiyên curbicur li dar xistin. Çalakiyan di 3'yê Gulanê de bi meş, mîtîng û konên agahdariyê li gelek deverên Ewropayê dest pê kirin.   HEWLDANÊN YEKITIYA NETEWEYÎ   Jinan di 27'ê Gulanê de damezrandina Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ragihandin. Înîsiyatîf ku ji partiyên Kurd, saziyên olî û baweriyê û rêxistinên jinan ên serbixwe pêk tê, di çarçoveya hewldanên yekîtiya neteweyî de xebatên xwe didomîne.   Di 24'ê Gulanê de, li Ludwigsburg a Almanyayê, bi pêşengiya ciwanan meşek hat lidarxistin û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. Girseya ku li ber Ludwigsburg Hauptbahnhof kom bû, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Azadî ji bo Ocalan" hatin hilgirtin.   KAMPANYAYA 'EZ DIXWAZIM BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIM'   Di 5'ê Hezîranê de, Foruma Ewropayê ya Azadî û Aştiyê (EFFP) kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" da destpêkirin û daxwaza rakirina astengiyên ku rê li ber Ocalan digirin ku vîzyona xwe ya ji bo pêşerojê bi cîhanê re parve bike kir. Di çarçoveya kampanyayê de, gelek kesan serî li Wezareta Dadê, Girtîgeha Îmraliyê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û daxwaza hevdîtinan kirin.   Di vê çarçoveyê de, di 10'ê Hezîranê de, Partiya BastA! ya Swîsreyê, bi meylên xwe yên ekolojîk, femînîst û sosyalîst, piştgiriya xwe ji bo kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" ragihand. Sekretera Giştî ya Partiya BastA! Franziska Stier, li ser navê partiya xwe, beşdarî kampanyayê bû û daxwaza hevdîtinê bi Ocalan re bi nameyekê ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re ragihand.   ALAIN BADIOU NAMEYEK JI BO OCALAN ŞAND   Di 6'ê Hezîranê de, Alain Badiou, yek ji girîngtirîn fîlozofên ku bi helwesta xwe ya dijî şer tê nasîn, nameyek ji Abdullah Ocalan re şand. Di nameyê de ku bi Isabelle Vodoz re hat nivîsandin, Badiou tekezî li ser pabendbûna bêdawî ya Ocalan a bi edalet, azadî û rastiyê re kir û di heman demê de xwesteka xwe ya herî xurt ji bo vekirina rêyên ragihandinê anî ziman. Di nameyê de wiha hat gotin: "Di bin van şert û mercan de, xwesteka me ya herî xurt ew e ku rêyên ragihandinê yên we werin vekirin. Em heta dawiyê bi we re ne."   ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN   Di 12'ê Hezîranê de, li gelek bajarên Swîsreyê, bi banga CDK-S û YJK-S, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe hatin şermezarkirin. Çalakiyên hevdem li Solothurn, Cenevre, Lozan, Basel, Winterthur û Bernê bal kişandin ser berdewamiya êrişan tevî peymana agirbestê ya PKK'ê û bang li civaka navneteweyî kirin ku "bi lezgînî mudaxile bike".   ÇALAKIYEKE GIRSEYÎ LI MARSEILLEYÊ   Di 28'ê Hezîranê de, li Qada Saint Charles li Marsîlya ya Fransayê, bi dirûşmeya "Serokatiya Azad û Kurdistana Azad" çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku enternasyonalîst jî di nav de bûn, ji bo azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistaneke azad banga rêxistinbûnê hat kirin.   Di 13'ê Tîrmehê de, 100 jin, gelek çalakvanên navdar ji Arjantîn, Guatemala, Bolîvya, Şîlî, Fransa, Uruguay, Kolombiya, Meksîka, Paraguay, Honduras, Nîkaragua, Brezîlya û Ekvadorê, di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de nameyek ji Wezareta Dadê re şandin.   NAME JI 88 XELATGIRÊN NOBELÊ   Di 25'ê Tîrmehê de, xwediyên xelata Nobelê Jody Williams û Shirin Ebadi ku 88 xwediyên xelata Nobelê di warên cuda de temsîl dikin, nameyek nivîsandin û piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û daxwaza azadkirina wî kirin. Name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Nemirovane an Rûmetşikên a Ewropayê (CPT) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hat şandin.   SERLÊDANA 'MAFÊ HÊVÎYÊ'   Di 21'ê Tîrmehê de, Projeya Piştgiriya Dadgehên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP), Komeleya Demokrasiyê ya Ewropayê û Parêzerên Mafên Mirovan ên Cîhanê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî e.V. û Koma Hiqûqê ya Londonê (LLG) ji bo Koma Doza Gurban nêrîneke qanûnî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.   60 ÎMZE JI ARJANTÎNÊ   Di 21'ê Tebaxê de, 60 îmzeyên ku li Arjantînê di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" de ku ji hêla sendîkayên karker, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ve dihat piştgirîkirin, hatibûn berhevkirin, hewl hat dayîn ku radestî Konsolosxaneya Tirkiyeyê bikin, lê hatin redkirin.   KAMPANYAYA 'CIHEK JI BO OCALAN'   Di meha Îlonê de, komeke hunermendên bi serokatiya hunermend-nivîskarê Arjantînî Federico Racca li ser platforma medyaya sanak a Instagramê kampanyayeke medyaya sanal bi navê "Cihek ji bo Ocalan" dan destpêkirin.   Di 17'ê Îlonê de, Kurd li Bern û Bellinson, Swîsreyê daketin kolanan û xwestin ku "mafê hêviyê" ji Abdullah Ocalan re bê dayîn.   MEŞA KOLNÊ   Di 8'ê Mijdarê de, li Koln a Almanyayê meşek hat lidarxistin ku pankarteke mezin bi nivîsa "Bila tecrîd û îşkence bi dawî bibe, bêhiqûqîtî bi dawî bibe, Rêber Apo azad bibe" hat daliqandin. Bi deh hezaran kes ji deverên cuda yên Ewropayê li Qada Deutzer Werft kom bûn. Girse li ber Çemê Renê meşiya, posterê mezin ê Abdullah Ocalan hilgirt û doza azadiya wî ya fizîkî kir. Piştre kom vegeriya Qada Deutzer Werft û li wir beşdarî mîtîngê bû.   JI ENTERNASYONALA SOSYALÎST BANG JI BO KURDAN   Deklarasyona Civîna Sosyalîst a Enternasiyonal a Deryaya Navîn ku di 30'yê Mijdarê de li Maltayê hat lidarxistin, hat weşandin. Daxuyanî bi berfirehî li ser pirsgirêka Kurd sekinî û bang li dewletên ku Kurd lê dijîn kir ku çareseriyên siyasî yên muzakerekirî ji bo rêveberiya herêmî pêş bixin.   Çalakî li Ewropayê di çarçoveya kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd" de berdewam dike.   MA / Dîren Yûrtsever