Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin 2025-12-22 09:36:57 SETNBOL - Piştî ku DMME’yê Tirkiye ji ber “qedexeya îşkenceyê” mehkûm kirî, Kemal Gomî sewqî Girtîgeha Tîpa R’yê hate kirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, rewşa behsa xeberê weke hincet nîşan da û lêkolîna têkildarî dosyayê bi dawî kir.   Girtiyê bi navê Kemal Gomî, di sala 1993’yan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “hewldana tunekirina pergala destûra bingehîn” hate girtin û cezayê muebbeda girankirî lê hate birîn. Têkoşîna hiqûqê ya Gomî didome. Gomî, niha li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û Saziya Tipa Edlî (ATK) di 22’yê Îlona 2010’ê de ji bo wî teşhîsa “rezîduel şîzofrenî” kir û rapora “Nikare di şertên girtîgehê de bijî, ji bo efûya serokkomar guncav e” da. Parêzerê Gomî li ser vê yekê ji bo rakirina cezayê miwekîlê xwe di 25’ê Sibata 2011’an de ji bo pêşkeşî serokkomariyê were kirin, daxwazname da Wezareta Dadê. Lêbelê ev serlêdan hate redkirin. Piştî biryara redkirinê, di heman salê de (2011), serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.    Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku Gomî, piştî sala 2003’yan ji hêla hiş ve pirsgirêk jiyaye, ji ber vê sedemê ve sewqî nexweşxaneyê hatiye kilrin, di navbera salên 2003 û 2016’an de gelek caran birine nexweşxaneyê, birine ATK’ê jî û di hemû tedawiyan de nexweşxiya wî hatiye tespîtkirin. Di serlêdanê de her wiha parêzer cih da mînakên raporên nexweşxaneyan û Gomî bi nexweşiya “şîzofreniyê” ketiye. Bi domdarî madeyên di destûra bingehîn de hatin bibîrxistin û hat gotin ku divê were parastin û tedawîkirin.     JI DMME’YÊ BIRYARA ‘BINPÊKIRINÊ’   DMME’yê jî piştî 8 salan, anku di Sibata 2019’an de biryara xwe da. Di biryarê de ji bo serlêdana Gomî got “dikare were qebûlkirin” û biryar da ku Tirkiyeyê xala qedexeya îşkence û miameleya xerab binpê kiriye. Her wiha xwest Tirkiye 10 hezar euroyan tazmînatê bide Gomî.    BIRYARA KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku dişopîna bê biryarên DMME’yê hatine cîbicîkirin an na, di meha Kanûnê de dosyaya Gomî nirxand û biryara xwe da. Di biryarê de hate gotin ku “Di hemû dozên dewlet aliyekê wê ye de divê hemû hikmên teqez bên cibîckirin û dewlet ji vê berpirsyar e.” Bi domdarî hate gotin ku Gomî di sala 2019’an de ji hucreya yekkesî ya Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hatiye derxistin û sewqî Girtîgeha Tîpa R’yê hatiye kirin. Di berdewamê de sewqkirina Gomî weke “ji hêla komîteyê bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin” hate nirxandin. Komîteyê, di berdewama biryar xwe de îdia kir ku Gomî dikare li vê girtîgehê bi tendurist bijî, sewqkirina Gomî ya li vê girtîgehê bi keyfxweşî pêşwazî dikin û got: “Bi vê sedemê me biryar da ku em lêkolînkirina têkildarî dosyaya behsa xeberê bi dawî dikin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû