Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin 2025-12-22 09:31:42   REQA - Reqaya ku bi komunan ji nû ve di nava xweliyên xwe de geş bûye, şopa wêraniyê lê nemaye û bi 3 zimanan xizmetê dide. Hevserokê Meclisa Gel Mişlep Turkan got: "Min qet nedianî bîra xwe ku ez ê rojekê bi jinekî re bajêr bi rê ve bibim." Hevseroka Meclisa Gel Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku, "Em ji kesên ku malbatên me tune kirine re dibêjin ‘Hûn bi xêr hatin.’ Ji ber ku em dixwazin îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin."   Reqa ys ku yek ji bajarên herî girîng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di sala 2014’an de ket bin kontrola DAIŞ’ê. DAIŞ’ê li vir "paytexta xîlafetê" îlan kir û piraniya navendên xwe yên rêveberiyê birin wir. Di dema DAIŞ’ê de jin di çarşefên reş de hatin hefskirin û derketina wan a derve hat qedexekirin. Ji bo mêran jî rî û guherîna kincan hat ferzkirin. Bi hezaran kes hatin bidarvekirin, dest danîn ser gelek avahiyan û bac ji xelkê hat girtin. Herwiha di dema DAIŞ’ê de mîrateya çandî ya bajêr jî bû hedef; koleksiyonên saziyên mîna Muzexaneya Reqayê hatin talankirin an jî rûxandin.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di sala 2016’an de operasyona rizgarkirina Reqayê da destpêkirin û di Cotmeha 2017’an de bajar bi temamî rizgar kir. Di pêvajoya şer de ji sedî 80-90’ê bajêr kavil bû. Li gorî raporan, zêdetirî 11 hezar avahî zirar dîtin. Nexweşxane, dibistan, firinên nan, binesaziya av û ceyranê û pergala parzîna avê bi temamî hilweşiyan.   DI 8 SALAN DE GUHERÎNEKE MEZIN   Ji ser rizgarkirina Reqayê re 8 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de bajar ji nû ve ava bû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû saziyên xwe ve pêngava seferberiyê da destpêkirin û bajar şên kir. Avahiyên zirar dîtibûn hatin tamîrkirin û li şûna yên hilweşiyayî yên nû hatin avakirin. Her çend li hinek deran avahiyên hilweşiyayî hebin jî, tevahiya bajêr hatiye avakirin. Karên binesazî û serasaziyê gelek jê hatiye temamkirin. Texrîbata DAIŞ’ê bi piranî hat rakirin û ji bo kêmasiyên mayî jî xebat berdewam dikin.   BI KOMUNAN TÊ BIRÊVEBIRIN     Bajar dabeşî 4 herêman bûye û 17 taxên wê hene. 137 komun hatine avakirin. Rêxistinên xweser ên jin û ciwanan hene. Gelên din jî di hemû astên rêveberiyê de cih digirin. Derbarê nifûsê de daneyên zelal nînin, lê li gorî daneyên Meclisa Gel a Reqayê, zêdetirî 800 hezar kes li bajêr dijîn. Kesên ku di dema DAIŞ’ê de koçber bibûn, bi piranî vegeriyan. Herwiha bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda koçî vir kirine jî hene.   RÊVEBERIYA PIRZIMANÎ   Piraniya nifûsê ji Ereban pêk tê. Kurd û Tirkmen jî lê dijîn. Li hemû nuqteyên bajêr mirov dikare rastî tabelayên bi 3 zimanan (Erebî, Kurdî û Tirkî) bê.   XETEREYA DAIŞ’Ê BERDEWAM DIKE   DAIŞ li navenda bajar û gundewarên wê hîna jî xetereya herî mezin e. DAIŞ a ku şaneyên wê yên veşartî hene, car caran êrişî nuqteyên asayîşê dike. Di serê mekanîzmaya rêveberiya bajêr de Meclisa Gel heye. Yek ji hevserokên Meclisa Gel Ereb e û ya din jî Kurd e.   HEVSEROKEK EREB Û YEK KURD     Hevserokê Ereb Mişlep Turkan ev salek û nîv e li ser wezîfeyê ye. Ew endamê eşîra Afîle ye ku 200 hezar endamên wê hene û di heman demê de parêzer e. Hevseroka din Hêvîn Îsmaîl jî demeke dirêj e di xebatên jinan de çalak e. Ne tenê di Meclisa Gel a Reqayê de, di saziyên din ên bajêr de jî cihgirtina Ereb, Kurd û Tirkmen di rêveberiyê de balê dikşîne.   REQAYA DEMA DAIŞ’Ê   Mişlep Turkan yek ji şahidên dema DAIŞ’ê ye. Turkan bal kişand ku DAIŞ’ê di destpêkê de hiqûqnas kirin hedef û ev tişt got: "Ji ber ku wekî kesên dikarin bên perwerdekirin li wan dinêrîn. Di nava 3 mehan de dixistin perwerdeyê û neçarî 'tovbeyê' dikirin." Turkan pêvajoya 6 salan a DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha pê de çû: "6 sal ji bo gelê Reqayê salên dijwar bûn. DAIŞ’ê îdeolojiyeke 'biyanî û radîkal' li ser xelkê Reqayê ferz kir. DAIŞ’ê bêtir ciwan û zarokên temenbiçûk bi kar anîn. Civaka Reqayê DAIŞ qebûl nekir. Di navbera gel û rêxistinê de nakokiyeke mezin hebû. Reqa bi zor û zextê bi rê ve birin."   Turkan diyar kir ku her kesî li bajêr êşa dema DAIŞ’ê kişandiye û got: "Yek malbat jî nemabû ku êş nêkişandibe. DAIŞ’ê Reqa wekî sembolekê didît û 'paytexta xîlafetê' îlan kiribû. Êrişên li ser paytextên cîhanê ji vir dihatin plankirin."   'GEL HSD BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ KIR'   Turkan destnîşan kir ku piştî Reqa rizgar bû jiyan vegeriya ser halê xwe yê asayî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "HSD’ê, civak vegerand rewşa wê ya xwezayî. Gelê Reqayê bi kêfxweşî HSD pêşwazî kir û bi Rêveberiya Xweser re bûne yek. Gava bajar rizgar bû, mirov kom bûn, komun û meclis avakirin û dest bi birêvebirina herêmên xwe kirin."   Turkan anî ziman ku di dema DAIŞ’ê de jiyan bi temamî rawestiyabû û got: "Perwerde, sazî û dadgeh tune bûn. Heta kevneşopî û têkiliyên me yên civakî jî nemabûn. Ne dawet dikaribûn bên kirin ne jî şîn. Jiyan di serdemên tarî yên sedan sal berê de em dijiyan. Televîzyon, înternet û amûrên ragihandinê qedexe bûn. Xetayek an peywendiyek dibû sedama mirina mirov. Temaşeya bernameyên televîzyonê û ken jî qedexe bûn. Piştî hatina HSD’ê rewş bi tevahî veguherî."   'MAFÊ JINÊ TENÊ DIRÛŞM BÛ'   Turkan diyar kir ku wî berê qet nedianî bîra xwe ku bi jinekî re bajêr bi rê ve bibe û wiha axivî: "Em di pergala dewleta Sûriyeyê ya di bin kontrola rejîma Baasê de jiyan. Min li Znîngeha Şamêm hiqûq xwend û berî şoreşa Sûriyeyê li dadgehên Reqayê parêzerî dikir. Li welatên Ereb, Rojhilata Navîn û yên Misilman her kes dibêje 'jin nîvê civakê ye' lê ev di prtatîkê de tunebû. Mafên jinan tenê dirûş bûn. Berê jin di rêveberiyên dewletê de cî digirt. Dibûn cîgir an wezîr. Lêbelê beşdariya rastîn a jinê di her astê de, nedihat bîra kesî."   GELEK XIZMÊN XWE DI ÊRIŞÊN DAIŞ'Ê DE WINDA KIRIN     Hêvîn Îsmaîl, piştî rizgarkirina Reqayê tavilê hat bajêr. Wê gelek xizmên xwe di êrişên DAIŞ’ê de winda kirine. Hêvîn Îsmaîlê, dema behsa rizgarkirina Reqayê tê kirin bîranîna xwe ya pêşî ya ku tê bîra wê wiha rave kir: "Dema ez dimeşiyam hevalekî ji min re got 'ji cihê xwe nelive, di bin lingê te de mayîn heye.' Wê demê mayîn hatibûn rakirin, lê yên di bin axê de mabûn hebûn. Wê kêliyê dilê min sekinî. Gelo ez lingê xwe rakim, dê biteqe an na... Dema rizgarkirina Reqayê tê bîra min, ez her tim wan kêliyan dihizirim. Hevalekî got 'heke tu hêdî hêdî lingê xwe rakî tiştek nabe.' Her saniyek wekî salekê derbas bû."   BAJAR BI PIŞTGIRIYA RAKIRIN HAT ŞÊNKIRIN   Hêvîn Îsmaîlê diyar kir ku ji sedî 90-95’ê Reqayê di şer de bi erdê re bûye yek û binesaziya wê bi temamî zirar dîtibû û ev tiş got: "Min digot 'gelo ji bo avakirina vê bajarî çend sal hewce ne?' Min digot ev bajar di 50 salan de jî nayê avakirin. Tenê rakirina wê wêraniyê dê bi salan bidomanda. Şandeyek ava bû. Şandeya ku ji Eyn Îsayê hatibû li vir dixebitî. Li vir jiyan nemabû, yên dihatin jî bi tirs dixebitîn. Xeter hebû. Ji gelek cihan piştgirî hat. Di salekê de bajar hat paqijkirin. Piştî paqijiyê rêxistinkirina gel dest pê kir. Komîsyona rêxistinkirinê hat avakirin."   Hêvîn Îsmaîlê bi bîr xist ku 7 meh piştî rizgarkirina bajêr wan Meclisa Gel îlan kirine û wiha axivî: "Beriya DAIŞ’ê sazûmanî hebû. Demokrasî tune bû, dîktatorî hebû, lê sazûmaniyek hebû. Di dema DAIŞ’ê de sazî tune bûn. Dibe ku gel ji ber vê yekê piştgirî da Rêveberiya Xweser. Pirsgirêka av û ceyranê hat çareserkirin. Pirsgirêka xwarinê hat çareserkirin. Di her kolan û taxekê de komun hene. Saziyên jinan hene. Hevserokatî heye. Ev hatin birêxistinkirin."   BANDORA KOMUN Û PERWERDEYAN   Hêvîn Îsmailê anî ziman ku mijara herî zêde ew tê de zehmetî dîtine, pêkanîna temsîliyeta wekhev bûyeû wiha pê de çû: "Di 6 salan dîtina tiliyek an jî çavekî jinan qedexe bû. Berê jî hinek adet hebûn. Jin herî zêde dikaribûn bibin mamoste. Di mijara pergala hevserokatiyê û birêvebirina saziyekê ya jin û mêr a bi hevre de, me gelek zehmetî kişand. Mêran digot 'em ê çawa bi jinê re rêve bibin?' Jinan jî digot 'gelo ez ê bi mêrekî biyanî re saziyekê bi rê ve bibim?' Bi komun û perwerdeyan ev rewş hat çareserkirin. Hişmendiya mêr û jinan wek hev bû. Gelê Reqa ji perwerdehiyê ditirsiyan. Dema dihat gotin 'perwerde', 'perwerdeyên' DAIŞ’ê dihatin bîra wan. Ji ber vê yekê me di destpêkê de suhbet û civîn çêdikirin. Di qonaxa yekem de bi meclis û komunan ev rewş ji sedî 30 hat çarserkirin."   'HSD’Ê QIRÊJIYA CÎHANÊ PAQIJ KIR'   Hêvîn Îsmaîlê diyar kir ku cîhanê berpirsyariya xwe ya li hemberî Reqayê bi cih neaniye û wiha pê de çû: "Hemû qirêjiya cîhanê li Reqayê kom bibû. Ev qirêjî bi destê HSD’ê hat paqijkirin. Em çi bikin jî em nikarin heqê gelê Reqayê bidin. Tenê ev guhertina pergalê jî dihêle ku mirov bibêj 'êdî bes e.' Raya giştî dikare gelek tiştan bike. Ev berpirsyarî ne tenê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Derfet diyar in, lê dê ji ku bîne? Reqa berpirsyariya hemû cîhanê ye."    Li gorî Hêvîn Îsmailê, xetereya herî mezin ew e ku hişmendiya DAIŞ’ê hîn jî dijî. Hêvîn Îsmaîlê got: "Em, kesên ji Kampa Holê derdikevin bi rojan di perwerdeyê re derbas dikin. Em ji kesên ku dayika min, birayê min û malbata min tune kirine re dibêjin 'hûn bi xêr hatin, çi ji we re pêwîst e?' Ji ber ku em dixwazin wê îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin. Em dijminê xwe jî diguherînin."   Hêvîn Îsmaîlê wehşeta DAIŞ’ê ya ku divê neyê jibîrkirin bi van gotinan vegot: "Gelek kes dema fîlmên têkildarî DAIŞ’ê temaşe dikin dibêjin 'ewqas jî nabe.' Lêbelê yên ku wehşeta DAIŞ’ê jiyan, dema van fîlman temaşe dikin dibêjin 'Tiştek nehatiye vegotin.'"   Sibê: Bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qamişlo   MA / Azad Altay