Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe 2025-12-19 15:52:08 ENQERE - Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê ku bêhiqûqiya îdareya girtîgehê ya li hemberî wî bi raya giştî re parve kiribû, îdareyê cezayê hucre û qedexeya ragihandinê daye.  Girtiyê nexweş ê bi navê Cemîl Îvrendî yê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, piştî ku bêhiqûqiya li hemberî wî tê kirin bi raya giştî re parve kir, îdareya girtîgehê der heqê wî de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îdareyê, cezayê mehekî qedexeya ragihandinê da Îvrendî. Herwiha ji ber ku Îvrendî bêhiqûqî di zerfeke girtî de ji mudirê girtîgehê re şandiye, rojekî bi cezayê hucreyê hat cezakirin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Mersînê Alî Bozan, li Meclisê têkildarî bihiqûqiya li dijî Îvrendî daxuyanî da û got: “Ev yek nîşaneya sepana hiqûqa dijmin e.”   ‘ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ NAXWAZE BÊHIQÛQÎ BÊ ZANÎN’   Bozan, diyar kir ku Îvrendî 61 salî ye û girtiyê bi nexweşiya giran e û ji sala 1994’an vir ve girtî ye û diviyabû di Cotmeha 2024’an de bihata tehliyekirin lêbelê tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hat astengkirin û ev tişt got: “Heya niha di girtîgehê de, di dilê xwe de 12 emeliyat bûye. Cemîl Îvrendî,  di meha Îlonê di hevdîtina bi malbatê re gotiye ‘dixwazin ez li vir bimirin. Ez ê di wesîyeta xwe de binivisînim; ‘ger ez li girtîgehê bimirim cenazeyê min bibin Wezareta Dadê û TBMM’ê’. Piştî ku me ev hevdîtin û rewşa girtî Cemîl Îvrendî bi raya giştî re parve kir, der barê wî de lêpirsîna dîsîplînê hatiye kirin û mehekî cezayê qedexeya ragihandinê danê. Îdareya girtîgehê naxwaze bêhiqûqî bê zanîn.”     ROJEKÎ CEZAYÊ HUCREYÊ   Bozan, anî ziman ku îdareya girtîgehê nameya Îvrendî ya ku ji mudirê girtîgehê re şandibû û tê de gotibû “Hûn bi halê min ê nexweş, hiqûqa dijmin li dijî min disepînin. Hûn ji min heyfê hiltînin” wek sûc hatiye hesipandin û rojekî cezayê hucreyê danê. Bozan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Rojekî cezayê hucreyê dibe sedema ragirtina wî ya salekî li girtîgehê. Ev yek nîşaneya sepana hiqûqa dijmin e.”       ‘TAVILÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN’   Bozan, destnîşan kir ku tiştên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê diqewimin Wezareta Dadê jê haydar e û wiha got: “Lijneyên Îdare û Çavdêriyê rakin, dawî li zilma li ser girtiyan bînin, girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî û hemû girtiyên nexweş tavilê berdin.”