Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn 2025-12-19 14:17:47 AGIRΠ- Ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê ku tevî Cîhan Bîlgê di êrişa Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin mewlîd hat dayîn. Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin bi SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin. Malbata Daştan li navçeya Gîyadîn a Agiriyê ji bo wî mewlîd dan. Tevî endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) û nûnerên rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî beşdarî mewlîdê bûn.    Mewlîda ku bi merasîma rêzgirtinê hat destpêkirin, Hevberdevkê Platforma Saziyên Demokratîk a Agirî Îlhan Tan axivî. Tan, sersaxî ji malbatê re xewst û banga xwedîderketina pêvajoyê kir.