Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-12-18 15:50:14 AMED - Hunermenda Kurd Eyşe Şan di salvegera 29’emîn a koça xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê hat bibîranîn.   Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê, Ma Musîc, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Konservetuara Aram Tîgran, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, hunermenda Kurd Eyşe Şan li ser gora wê bibîr anîn. Eyşe Şan a ku di 18’ê Kanûna 1996’an de jiyan xwe ji dest dabû, li ser wesiyeta wê gora wê di 18’ê Hezîrana 2025’an de anîbûn Amedê û li Goristana Yenîkoyê hatibû veşartin.    Merasîma Gora ku li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezanê hat lidarxistin, tevî malbata Eyşe Şanê gelek kes beşdar bûn. Welatiyên ku beşdarî bernameya bibîranînê bûn, wêneyê Eyşe Şanê bi singê xwe ve kirin.   Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî Zeynep Yaş di merasîma li ser gorê de axivî û ev tişt got: “Bi salan e Eyşe Şanê dixwest ku li vir bê bibîranîn; ev daxwaza wê û ya her kesî bû.”   ‘BILA BIBE WESÎLEYA XWIŞ-BIRATIYÊ’   Kurê Eyşe Şanê, Mûrat Kersen jî got: "Me piştî 29 salan dayika xwe anî ser axa wê. Hinekî dereng ma lê mercan wisa xwest. Ez Eyşe Şanê emanetî gelê wê dikim; ji bo min ya herî îdeal ev bû, wê bi xwe jî ev dixwest. Ez pir bextewar im, cihê wê bihuşt be.”    Dosta malbatê Yuksel Avşar jî anî ziman ku ew bi daxwaza wesiyeta wê pir kêfxweş e û diyar kir ku ev çar sal û nîv in ew bi malbatê re di nav şêwirê de ne. Avşar, got: “Bila anîna wê ya vir bibe wesîleya aştî, azadî û biratiyê. Gora wê gul û gulistan be.”   Evîn Dulek a ji MA Musicê jî bal kişand ser têkoşîna Eyşe Şanê û got: “Em Eyşe Şanê ne tenê bi stranên wê, lê bi têkoşîna wê ya li dijî pergala feodal jî nas dikin. Eyşe Şan wekî hunermende ne nemir cihê xwe di dîrokê de girt. Em jî hewl didin mîrateya ku wê li pey xwe hîştiye bidomînin.”    Piştî axaftinan duayên hatin xwendin û qurnefîl danîn ser gora Eyşe Şanê.