Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin 2025-12-17 17:05:00   AMED - "Komîsyona Lêpirsînê ya Dîlan Karaman" ku der barê mirina gumanbar a Dîlan Karamanê de daxuyaniyek weşand, got: "Agahiyên ku digihîjin komîsyona me bi baldarî tên berhevkirin; îfadeyên şahidan bi baldarî tên lêkolînkirin û xebat berdewam dikin."   "Komîsyona Lêpirsînê ya Dîlan Karaman" li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê mirina Dîlan Karamanê de ku di 11'ê Mijdarê de bi awayekî biguman miribû, daxuyaniyek weşand.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mirina Dîlan Karamanê encama pêvajoyeke cidî û piralî ye ku nikare wekî bûyereke takekesî were hesibandin û wiha hat gotin: "Wekî rêxistinên jinan, komîsyona ku me ji bo ronîkirina hemû aliyên vê mirinê û destnîşankirina berpirsiyaran ava kiriye, xebatên xwe didomîne. Agahiyên ku digihîjin komîsyona me bi baldarî tên berhevkirin; îfadeyên şahidan bi baldarî tên lêkolînkirin û xebat berdewam dikin. Ji ber vê yekê, em li dijî girtina bilez a pêvajoyê an jî encamdana wê ya li ser bingeha nirxandinên netemam û rûberî ne."   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Komîsyona me ne tenê li ser kêliya ku bûyer qewimî ye, di heman demê de li ser bûyerên beriya mirinê û her wiha li ser her xemsarî û berpirsiyariyên gengaz jî disekine. Di vê çarçoveyê de, nirxandinên belgeyan berdewam dikin û şahid tên berhevkirin. Komîsyon armanc dike ku beşa mayî ya karê xwe demildest temam bike. Piştî ku hemû hevdîtin bi dawî bibin, raya giştî dê bi rêya rapora dawî bê agahdarkirin."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em careke din destnîşan dikin ku em ê nav û têkoşîna Dîlan Karamanê zindî bihêlin, daxwaza edaletê mezintir bikin û têkoşîna rêxistinkirî ji bo pêşîgirtina li windabûnên bi vî rengî xurt bikin."