Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye 2025-12-16 15:52:56 AGIRÎ - Li Agiriyê bi gel re civîn hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê got: “Manînfesto, nexşerêya vê pêvajoyê ye.”    Li Agiriyê di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” û bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetan hate lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Di civînê de pankartên “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve” û “Hevrê ew kes in ên serê hevrêyê xwe digihînin stêrkan” hatin daliqandin.    Veysî Aktaş ku demekî dirêj li Girtîgeha Îmraliyê ma û demek berê hate berdan, bi çîçekan hate pêşwazîkirin û di dema têketina wî ya eywanê de beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Veysî Aktaş û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez weke axêver tev li bûn.    Gulistan Sonukê di axaftina xwe de got: “Rêbertiyê, manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nivîsand. Nexşerêya vê pêvajoyê jî ev manîfesto ye. Avakirina civaka demokratîk, berpirsyartiya me tevan e. Rêbertî, hem di manîfestoyê de hem jî di parastina xwe de van pirsgirêkên civakî bi hûr û kûr vedibêje. Gelek zanyar û fîlozofan bingeha pirsgirêkên heyî weke nakokiya di navbera çînan de destnîşan kir. Lêbelê Rêber Apo got ku ev pirsgirêk bingeha xwe ji nakıkiyên di navbera jin û mêr de dest pê dikin. Rêbertiyê, got ku ji roja jin weke kole hate dîtin heta niha ev pirsgirêkên civakî dest pê dikin.”    ‘ÇARESERÎ, AZADIYA JINA YE’   Di berdewamê de Gulistan Sonukê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan çaresriya pirsgirêkên civakê di azadiya jinan de dibîne û got: “Azadiya jinê ne tenê pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka me tevan e. Rêbertî, di manîfestoyê de dibêje ku kesekî sosyalîst e. Dibêje ku kesên nikarin bi jinê re têkiliyeke baş pêş bixin, nikarin bibin sosyalîst. Heke em nebin sosyalîst, nikarin bibin hevrêyên Rêbertiyê.”    KOMUNÊN KU JIN Û CIWAN DIBIN ÎRADE    Gulistan Sonukê, di berdewama axaftina xwe de got: “Rêber Apo behsa entegrebûna komara heyî nake, behsa entegrebûna komara demokratîk dike. Rêber Apo, bi sala ye hewl dide pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk çareser bike. Di pêvajoyên aştiyê yên berê de çendek geşedan çêbûn lê mayinde nebûn. Divê em vê pêvajoyê weke firsend bibînin û xwe birêxistin bikin. Di komun û meclisên tên avakirin de dê îradeya jin û ciwanan bên naskirin û ew ê pêşengtiyê bikin. Heke ew nebin pêşeng, dê komun têkevin xizmeta aqilê serdest. Divê em komun û meclisên ku jin û ciwan tê de îrade ava bikin. Divê em li her derê siyaseta demokratîk xurt bikin.”    Civîn, piştre ji çapemeniyê re girtî domiya.