Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû 2025-12-16 13:07:02 ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dê di 20’ê Kanûnê de hevdîtinê bikin.    Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di 20’ê Kanûnê saet di 14.00’ê de li Meclisê bi AKP’ê re hevdîtinê bikin.    Şandeya DEM Partiyê beriya niha jî bi Partiya DEVA’yê, MHP û Partiya Gelecekê re hevdîtin kiribû. Hevdîtina bi CHP’ê re jî hatibû taloqkirin.