Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye 2025-12-16 09:15:26 COLEMÊRG - Qesabxaneya ku 3 sal berê ji aliyê qeyûm ve bi 11 milyon û 971 hezar TL'yî hatibû îhalekirin, bêyî bê vekirin, careke din di bin navê tamîrkirinê de hat îhalekirin.   Avahiya qesabxaneyê ku bingeha wê di sala 2022'yan de ji aliyê qeyûmê ku tayinî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin ve hat danîn, tevî ku zêdetirî 3 sal derbas bûne jî, nehatiye vekirin. Qesabxane ku qeyûm îdia dikir ku "dê tevkariyê li sewalvanî û tenduristiya gel bike", niha bi hinceta tamîrkirinê dîsa tê îhalekirin. Projeya ku di Hezîrana 2022'yan de bi navê "Avakirina qesabxaneyeke modern a mezin" bi 11 milyon û 971 hezar TL'yî hatibû îhalekirin, ji ber zêdekirin û nûjenkirinan lêçûna wê ji vê mîqdarê derbas bûye.   Qesabxane ku bi salan li benda temambûnê bû, di sala 2025'an de careke din bi navê "temîrkirin û başkirinê" hat îhalekirin. Îhaleya plana nûjenkirinê ya ku 87 tiştan dihewîne di 21'ê Nîsana 2025'an de hat ragihandin, lê tevî ku dem derbas bûye jî, qesabxane hîn neqediyaye.   Di Îlona 2022'yan de hat ragihandin ku hîmê qesabxaneyê ku li ser rêya Colemêrg-Wanê, 8 kîlometre dûrî navenda bajêr e, ji hêla walî ku wekî qeyûmê şaredariyê hatibû tayînkirin ve hat danîn. Proje ku hate gotin ku dê hezar û 500 metrekare be û rojê ji bo serjêkirina 120 pez û 20 dewaran guncaw be, hat ragihandin ku dê wekî tesîseke bi tevahî otomatîk were çêkirin.   MA / Zeynep Durgut