Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike 2025-12-15 12:47:24 ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike.    Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê sibê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike.    Hevdîtin dê sibe saet di 10.00’an de li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê bê kirin.    Tê payîn ku di hevdîtinê de behsa hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û gavên ji vir û şûnde dikarin werin avêtin bên nîqaşkirin.