Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-11-10 16:20:21 BÊDLIS - Şîna bavê Ferhat Tepe, Îshak Tepe ku duh wefat kiribû, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Îshak Tepe ku kurê wî nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhet Tepe di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de hatibû revandin û cenazeyê wî di 4’ê Tebaxê de li Xarpêtê hatibû dîtin, duh wefat kir. Ji bo Îshak Tepe, li Taxa Husref Paşa ya Bedlîsê şîn hate danîn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi girseyî çûn serdana şînê.    Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Şevger Bîngol di şînê de axivî û got: “Îshak Tepe, nivîskar û zimanzanekî Kurd bû. Em ê keda wî tu caran ji bîr nekin.”