Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn 2025-11-08 13:00:57     ŞIRNEX - Li Şirnexê wesayîta aydê navendeke rehabîlîtasyonekê û texsiyek li hev qelibîn. Di qezayê de 13 jê zarok 19 kes birîndar bûn.   Li Şirnexê îro serê sibê li ser xaçerêya Midûriyeta Karûbarên Daristanan a rêya D-400'an dolmîşa aydê navendeke perwerde û rehabîlîtasyonekê ya bi plakaya 33 AFY 551 û wezayîta bi plakaya 61 AGZ 251 ku tê gotin bêyî lê nêrîna rê derketiye ser rê li hev qelibîn.   Di qezayê de E.S. (9), H.G. (4), B.G. (11), Ç.D. (11), B.S. (11), M.S. (3), N.B. (12), B.B. (12), M.B. (7), B.B. (14), Ş.B. (5), H.B. (11), H.K. (10) ile K.B. (22), N.Y. (54), M.K. (26), S.B. (44), A.T. (46) ve K.S. (26) bi sivikayî birîndar bûn.   Piştî agahîdayînê tîmên tenduristî û polîs ji herêma qeza lê pêk hat re hatin şandin. Welatiyên ku birîndar bûne rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku rewşa birîndaran sivik e û dermankirina wan berdewam dike.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.